Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îran yek ji mijarên sereke ya pêwendiya telefonî ya Biden û Netanyaho bû

11:05 - 18 Şibat 2021

Piştî mehekê ji Serkomariya “Joe Biden”, bo cara yekem e ku “Joe Biden” digel Serokwezîrê Îsraîlê “Benjamin Netanyahu”, bi rêya telefonê ve pêwendî girt û yek ji mijarên sereke yê wê pêwendiyê, rejîma Îran û metrirsiyên wê rejîmê bû.

Roja Çarşemî 17ê Şibatê, Serkomarê Amerîka “Joe Biden”, piştî mehek ji Serkomariya Amerîkayê bi rêya telefonê ve digel Serokwezîrê Îsraîlê “Benjamin Netanyahu”, pêwendî girt û pêka raporên wan 2 welatan, mijara Îranê û metirsiya wê rejîmê yek ji mijarên sereke yên wê pêwendiyê bûye.

Dema ku “Donald Trump” bibû Serkomarê Amerîkayê piştî derbasbûna du rojan bi ser Serkomariya wî re, navbirî pêwendiya telefonî digel “Netanyahu” girtibû, lê “Joe Biden nêzî mehekê pêwendiya telefonî digel “Benjamin Netanyahu” girt, eva jî pêka hin lêkoleran nîşana guherîna siyaseta Amerîka di hember Îsraîlê de ye.

Lihevhatina “Îbrahîm” ku, 4 welatên “Îmarat, Îsraîl, Sûdan û Merakêş”ê bona asayîkirina pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bû, mijareke din ya wê pêwendiya telefonî bû ku “Biden” berê jî bi caran piştevaniya xwe li wê hihevhatinê ragihandibû.

Îsraîlê li ser stratejiya nû ya Amerîkayê li derheq Îranê de rexne li Amerîkayê girtibû û dabû zanîn ku şaşiyeke mezin e ku bawerî bi sozên Îranê bikin û renge Îsraîl êdî digel Ameîkayê nesaze.