Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê 4 rêkar li hember tehrîmên niftê diyar kirine

17:11 - 30 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Sibê berwar 1’ê Tîrmehê, tehrîmên nifata Îranê ji aliyê Ewropayê ve birêve diçe û rejîma Îranê di wê derheqê de çar rêkar diyar kirine. Girtina dertenga Hurmiz weke îhtimalek di cihê xwe de ye.


Li gor nûçegihaniya “Mêhr”, di rûniştina bilez a kabîneya hikûmeta Ehmedînijad a sersiba îro Şemî, berwar 30’ê Hezîrana 2012’an, 4 rêka hatin diyarkirin ku di dema tehrîma nifta Îranê de bikarin lihember givaşan bisekinin.
Rêkarên han: Nehiştina Dolar û Euro di bazara nifta Îranê de, avakirina sendîkaya bîmeyên nifkêşan, zêdekirina paşkevtkirina niftê û kimkirina berhemanîna niftê.
Sibê 1’ê Tîrmeha 20121’an, welatên Ewropayî gelaleya tehrîma nifta Îranê birêve dibe. Tehrîmên han li hember zêdexwaziyên rejîma Îranê di pirsa navikî a wî welatî de ne ku gumana vê heye hewldan bo destpêragihîştin bi çeka navikî be.
Rêkarên rejîmê bo sekinîn li hember tehrîman

Li gor rapora “Mêhr”, rejîma Îranê weke yekemîn rêkar li hember tehrîma niftê de dixwaze Dolar û Euro li alwêrên niftî ên Îranê nehêle, li hember de pereyê Turkiyê, Hind, Çîn û Japonê û alwêra “kala bi kala” li gel welatên Hind, Pakistan, Sirîlanka û çend welatên Rojhilata Asyayê bikar bîne.
Rêkara duyem avakirina sendîkaya bîmeyan bo niftkêşên nifta Îranê ne. Li gor wê sendîkayê, bi armanca pêşgirî ji pirsgirêkên di riya niftkêşan bîmeyan çêdike û sendîkaya han berpirsatiya bîmeyên gemiyên hasilên henardekirina petroşîmî jî li sitûye.
Hevdem li gel zêdebûna tehrîman, şirketên bîmeyan xwe ji dana bîmeyan bi gemiyên niftkêşên nifta Îranê parastin ku rewşa han henardekirina nifta Îranê tûşî arîşeyan kir.
Rêkara sêyem, zêdekirina paşkevtkirina niftê di devera Kendavê de weke yek ji rêkarên xwederbaskirin ji tehrîman hatiye diyarkirin.
Li gor vê yekê, kimkirina berhemanîna nifta xaw di hin qadên nifê û pêşgirî ji berfirehbûna qata niftê, çarimîn rêkar e ku rejîma Îranê bi armanca hemberbûn li gel tehrîman wê bigre pêş.
Girtina dertenga Hurmiz yek ji îhtimalan e

Li gor çavkaniyê, girtina dertenga Hurmiz di dema tehrîmên niftê ji aliyê Ewropayê ve dibe îhtimalek zêde ku dewletên hewcey niftê têxe jêr givaşan.
Di dema pesendkirina gelaleya tehrîma nifta Îranê ji aliyê Ewropayê ve, Mihemedriza Rehîmî Cihgirê Serokkomarê rejîmê yekemîn kesê dewletî yê Îranê bû ku lidor girtina dertenga Hurmiz hişyarî da.
Piştî wî, Fermandeyên nîzamî ên rejîma Îranê hin gef xwarin ku ger hewce be dê dertenga Hurmiz bigrin.
Li hember wan gefên rayedarên rejîma Îranê de, Amerîka piştras kiriye ku rejîma Îranê şiyana girtina dertenga Hurmiz nine.
40 ji sedî a nifta hewce a cîhanê di riya dertenga Hurmz ve tê henardekirin.