Amerîka pêşniyar kiriye hekî Îran meyandina %20 a Uraniyomê rawestîne, ev jî dê li hember de, hin ji dorpêçên li ser Îranê kêm bike.
Roja 30ê Adarê belavoka Polîtîko di raporekê de, pêşniyara dewleta Amerîka bo Îranê weşand, ku eger Îran amade be meyandina %20 a Uraniyomê rawestîne, Amerîka jî dê hin ji tehrîmên ku xistine ser Îranê, kêm bike.
Çend demjimêrekan piştî belavbûna wê pêşniyara Amerîka, rejîma Îranê bertek nîşan da û ev pêşniyar red kir.
Nûnerê hertimî yê rejîma Îranê di Rêkxistina Netewên Yekbûyî de ragihand, ku Îran di demekê de dê meyandina %20 a Uraniyomê rawestîne, ku Amerîka hemû dorpêçan li ser Îranê hilgire.
Amerîka ew pêşniya daye, ku heya qasekê bikare arîşa Navkî a Îranê çareser bike, lê rengê hindê dide ku rejîma Îranê jî tehrîman û aloziyê mezin bona wê pirsgirêkê bi qazancê xwe dizane.
Hevdem di gel wê pêşniyara Amerîka, aliyên dinê yên Bercamê jî wekî Birîtaniya, Alman û Firanse jî, heman pêşniyar dane Îranê ku hekî meyandina Uraniyomê ya cihê nîgeraniyê rawestîne û pêbendê xalên biryarnamên Bercamê û Rêkxistina Navnetewî a Vizeya Navkî be, emê hin ji dorpêçên Amerîka li ser Îranê bidine rakirin.
Lê rejîma Îranê ragihandye: “Yan meyandina Uraniyoma %20 ku bo çêkirina çeka Navkî ye, yan rakirina hemû dorpêçên li ser Îranê.