Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê derbasî axa herêma Kurdistanê bû

14:17 - 6 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Hêzên rejîma Îranê bi armanca destbiserkirina du şivanên Kurd, li sînorê Sîdekan 15 kîlometran derbasî axa herêma Kurdistanê bûn.


Birêveberê Şaredariya Sîdekan bi ajansa nûçegihaniya “Aknews”ê, ragihandiye ku hêzên Sipaha Pasdaran a rejîma Îranê, li zozanên devera Sîdekan bi armanca destbiserkirina du şivanên Kurd 15 kîlometran derbasî axa Herêma Kurdistanê bûn.
Hêzên rejîma Îranê di kûrahiya axa herêmê de du şivanên Kurd destbviser kirin. Eva cara yekemîn nine ku hêzên rejîma Îranê wuha karekê dikin, sala 2002’an jî rejîma Îranê 4 şivanên Kurd destbiser kirin.
Hêjayî gotinê ye ku destpêka meha Îlona sala derbasbûyî de, du şivanên Kurd ên Başûrê Kurdistanê bi navên “Nerîman Qadir Mikayîl” û “Tahir Qadir Mikayîl” ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin destbiserkirin ku heya niha jî serbest nehatine berdan û li bajarê Şinoyê hepsî ne.