Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê dîsan hate mehkûmkirin

14:56 - 10 Kanûna Paşîn 2013

Arif Velzî
Roja 20\'ê çiley pêşîn a sala 2012\'an ya Zaînî, di civîna salane ya kora giştî ya NY li niyoyorkê, cardin rêjîma Îranê bi sedema binpêkirina berfireh ya mafê mirov di Îranê de bi piraniya dengan hat mehkûm kirin, bi vî awayî civaka cîhanî nîgeraniya xwe li hember rewşa nebaş ya mafê mirov di Îranê de ducarî kir.

Bi dirêjahiya hatineserkara Komara Îslamî heya niha, bi awayek berdewam û bi şêwazek hovane û sîstimatîk mafê mirov di vî welatî de hatiye binpê kirin û, eva jî bûye sedem vê ku ev rêjîme di nav kor û komelên navnetewî de, weke welateke serkûtkerê mafê mirov bihê nasandin. Lewra em dibînin ku ji aliyê civaka cîhanî ve biryarnameyên weha li ser wê hatine pejirandin û li ser asta navxwe û navçê û heta cîhanê jî riswa û îzoletir bibe.

Berçav negirtina peymannameyên navnetewî û binpê kirina yasa û rêsayên cîhanî ên peywendîdar bi mafê mirov ji aliyekê ve û, ji aliyê din ve pêrewkirina siyaseta tepeserkirinê li dijî gelên Îranê bi merema fetisandinana dengê azadîxwaz û cudahizran ji aliyê deshelata reha ya Wilayeta Feqîh ve, bûye sedema vê ku hakimiyet vegere nav bazneya sedsalên navîn de, û bi şêwazek radîkal hukimraniya çend kesên kevneperest bi ser 70 milyon kesî ji xelkê Îranê de bihêt sepandin.


Siyaseta binpêkirina carnameyên cihanî a mafê mirov di Îranê de û heta pêrew nekirina yasayên darêtî ji aliyê wan bixwe ve, rewşwk weha afirandiye ku têde bi tenê îşkence, bidarvekirin, li berçav negirtina mafên jin û zarokan, jinavbirina fîzîkî a neyar û cudabiran, û zexta li ser kêmaniyên mezhebî di welat de, rê nedan bi her cure çalakiyek siyasî û civakî di çarcoveya girûp û sendîkayan de, nebûna azadiya raderbirînê, nebûna helbijartinên azad, kêşana cîxizê li ser çapemeniyan û bi giştî ragehandinê, bi merema sansorê, xirabiya rewşa derman û pizişkî, giranî, birsîtî û ... Hwd, bo gelên Îranê bi dû xwe re aniye û xelk di gel nexweşî û jiyanek dijwar berbirû kiriye.

Pejirandina biryarek weha ji aliyê civata giştî a NY, ve rastiyê diselimîne ku, êdî civaka cîhanî nikare binpêkirina mafê mirov di Îranê de qebûl bike û Komara Îslamî jî weke welatek îzole û dûr ji civaka cîhanî, hekî vê siyaseta xwe ya qirêj bidomîne, hem ji aliyê NY û kor û komelên navnetewî ve digel ceza û biryarên weha û bigre tundtir jî vê berbirû be, û hem jî ji aliyek din ve, digel dijkiryara bihêz a xelkê Kurdistana Îranê li derve û navxwe, ku avakerê hêza siyasî û însanî ya berfireh ya gelên Îranê ne, wê berbirû be.