Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê dîsan rêzbenda yekem ya piştevanîkirin ji terorîzmê di cîhanê de bi destve anî

19:11 - 20 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Wezareta Derve ya Amerîkayê di raporta salane ya xwe de ragehand ku, rejîma Îranê serekîtirîn piştevanê terorîzmê di cîhanê de ye.

Amerîkayê di nûtirîn raporta xwe ya roja Pêncşemî ya rêkefta 29`ê Xermanana 1397`an, (19`ê Îlonê) ku derheq terorîzmê de belavkiriye, wekî demên berê, rejîma Îranê yekem rejîma piştevanîkirin ji terorîzmê daye naskirin.

Di vê raportê de hatiye ku, rejîma Îranê çalakiyên  terorîstî  yên xwe ji riya Spaha “Qods” û girûpên terorîstî berdewam dike.
Di beşeke din a vê raportê de hatiye ku, Qasim Silêmanî,  fermandarê hêza “Qods” piştgîriyê dide ji girûpên cuda di seranserê Rojhilata Navîn, Bûşrê asyayê û milîşên Şî`e, û ji bo şer van ber bi welatên cîran ve  dişîne yek ji van welatan Sûriye.

Herwisa di vê raportê de, derheq sipîkirina pere ji aliyê rejîma Îranê hatiye ku, rejîma Îranê ji vê rê alîkariya malî ya girûpên terorîstî dike.
Şandina çek û teqemeniyan ji aliyê rejîma Îranê ve bo şerê bedel di welatên cîran de, beşeke din a van kiryarên terorîstî yên  rejîma  Îranê ne, û di raporta sala 2016`an de jî rejîma Îranê wekî yekem rejîm  bo piştevanîkirin ji terorîzmê hate naskirin.

Her  di vê raportê de hatiye ku rejîma Îranê di welatên wekî, Efxanistan û Pakistanê de serbazan bi kirê (îcare)  digire, heya tevlî milîşên Şî`e yên  ku di bin desthilata wî  dene bin, û piştevaniyê ji van dike.

Wezareta Derve ya Amerîkayê, di raporta salane ya xwe de, derheq terorîzma navdewletî de, di heyama sala borî de jî daye eşkere kirin ku; Rejîma Îslamî ya Îranê wekî salên borî,  bi tundî piştevaniya alî û saziyên terorîstî di seranserê cîhanê de dike, û heta hebûna xwe di Aferîqayê de jî bihêz kiriye.