Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê gef ji mamostayên olî ên Urmiyê xwarin

13:46 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Roja berî meha Remezanê rejîmê mamostayên olî ên devera Urmiyê hişyar kirine ku wan mafê diyarîkrina yekem roja meha remezanê tune ye.


Li gor nûçeyê gihîşî malpera Kurdistanmedia, roja Pêncşemî berwar 19’ê Tîrmeha 2012’an, “Navenda Îslamî a Rojavaya Welat”, di riya şandina “SMS”an ve mamostayên olî ên Kurd li bajêre Urmiyê û derdor hişyar kirine û bi awayek eşkere gef ji wan xwarine ku tenê çavkaniya diyarkirina yekem roja meha Remezanê “Deftera Rehberî” û “nonerê vê nawendê” ye û mamostayên Kurd ên olî li devera Urmiyê mafê diyarîkirina yekemîn roja meha Remezanê nine.
Li geor rapora han di “SMS”ên “Navenda Îslamî a Rojavaya Welat” de netewa Kurd wek “qewm” hatiye zanîn.
Di “SMS”an de hatiye ku: “Li cihên )qewmakincî( hevce ye ji bo diyarkirina destpêka meha Remezanê xelk û mamostayên olî tenê gohdariya “Deftera Rehberî” bikin.”