Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê gefê ji hemwelatiyên Mehabadî dixwe

13:11 - 9 Gulan 2015

Kurdistan Meida: Cihgirê parêzgarê Urmiyê di axaftinek çewaşekarane de hewla hizbîkirin û girêdana wê meşa nerazîbûnê ya bajarê Mehabadê bi derwe û biyaniyan dide.

Li gor rapora Kurdistan Meida, Elîreza Radfer, Cihgirê Parêzgarê Urmiyê tevî gefxwarina ji hevwelatiyên Mehabadî, xwenîşandanên bajarê Mehabadê bi hêzên derwe \'\' biyanî\'\' û neyarên Komara Îslamî ve girê da.

Navhatî li konferansek rojnamevanî de li salona civînên parêzgeha Urmiyê de gef ji lawên bajarê Mehabadê xwar û da zanîn ku emê bi tundî li dijî neraziyan bisekinin û bersiva wan bidin.

Navhatî daye zanîn ku endamên Partiya Demokrat û Komelê van nerazîbûnan araste diikin û li egera berdewamkirina nerazîbûnan de emê bi tundî li hember neraziyan bisekinin.

Ew berpirsiyarê han li demekê de gefa han xwariye kuji duh êwarî ve heta niha zêdetir ji 23 kes ji wan xwenîşanderan bi destê hêzên rejîmê ve birîndar bûne.

Radfer herweha daye zanîn ku: Nerazîbûnên lawan \'\' pêvajoya geşekirina Mehabadê\'\'dibe jêr pirsiyarê.

Eve di halekê de ye ku bajarê Mehabadê û bajarên din ên Kurdistanê li midehê desthilatdariya rejîma Îranê û bi taybetî piştî şerê Îran û Îraqê ve, tu xizmetguzariyek wusa berbiçav jêre nehatiye kirin û eger hatibe kirin jî, zêdetir di xizmeta more û dar û destên rejîmê d ebûye.