Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê ji çêkirina çeka navikî nêzîk bûye

16:14 - 12 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Ceribandina “Computer”î a bernameya navikî a rejîma Îranê ji aliyê Ajansa “NY” a Enerjiya Navikî ve hat eşkerekirin.


Li gor rapora nûçegihaniya “Aso Şeytt Press”, dîplomatên Ajansa “NY” a Enerjiya Navikî ragihandine, hin zanyarî gihîştine destê Ajnsê ku nîşan dide rejîma Îranê di piroseya berhemanîna çeka navikî de pêşve çûye.
Herweha wê nûçegihaniyê li zarê Ajansê ve belav kiriye ku rejîma Îranê şiyana teqîna bomba navikî ceribandiye.
Zanyariyên han ji aliyê Amerîka û Îsraîlê û aliyê kêm du welatên din ve gihîştine Ajansê û di egera tesbîtkirina wan zanyariyan, nigeraniyek zêde li ser bernameya navikî a Îranê çêdibe.
Ji aliyek din ve “Leon Panêta” Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê, ragihandiye: Ger rejîma Îranê ji berhemanîna çeka navikî nêzîk bibe, eva Amerîka di heyamê kimtir ji salekê dem heye ku berbirûyê pirsa navikî a rejîma Îranê bibe ku ji bo wê yekê jî Amerîkayê amade ye.

20\'emîn Salvegera terora Dr. Şerefkendî û Hevelên wî