Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê Kurdistan kiriye çepera berevanî ji siyasetên xwe

16:54 - 1 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê bi hêceta parastina sînoran, Kurdistan pêtir ewlehî kiriye û li 300 cihan de pedafendên hewayî danîne.


Nûçegihaniya “Mêhr” li zarê Cihgirê Devera Pedafenên Hewayî yê parêzgeha Urmiyê ve belav kiriye ku li ser sînorên Kurdistanê li 300 cihan pedafendên hewayî cigîr kirine. Ew kiryara rejîmê li jêr navê “ewlehiya hundir û berhevkirina rewşek saxlem di sînorên welat de” pêtir deverên Kurdistanê hewlehî û pirmetirsî kirine.
Her çar parêzgehgên Kurdistana Îranê li ser sîmnorê rojavaya Îranê hilketine û hertim bûne goriyê gefên rejîma Îranê û hêzên wê rejîmê li hember metrisiya welkatên dijberî rejîmê û pêtirîn hêzên nîzamî û ewlehî bo Kurdisatnê dihên veguheztin û jiyana xelkê Kurdistanê bi taybetî akinciyên ser sînor, kasibkar û kolberên Kurd xistine metirsiyê de.