Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê li bajarê “Sine”yê ti giringiyekê bi nexweşxana nade

17:30 - 1 Çirriya paşîn 2021

Pêka nûçeya gihiştî bi malpera “Kurdistanmediya”yê welatî li bajarê “Sine”yê digel kêmbûna nexwşxaneyan û alavên pizîşkî rû bi rû bûne.

Di nexweşxaneya “Kewser” a wî bajarî de tevî kêmbûn û nebûna alavên pizîşkî, wekî mînak bi dezgaha “Sonografî” ya di wê nexweşxaneyê de di şev û rojekê de bi tenê  dikarin çend nexweşan wîzîzt bikin û nexweşên din divê bo rojekê din çavnihêr bimînin.

Dema ku nexweş rexne jî wê rewşê digirin berpiris bi wan dibêjin ku divê hûn sebrê bikin.

Herwisa pizîşkên bispor di nexweşxaneyên wî bajaî de gelek kêm in û yên heyî jî bi tenê çend demjimêran kar dikin, lewma beşek zêde ji nexwşan neçar in ku bo çareseriya pizîşkî rû li parêzgehên din bikin.

Nebûna nexweşxane û alavên pizîşkî û nebûna pizîşkên bispor di bajaê “Sine”yê de di halekê deye ku “Sine” navenda parêzgehê ye û nexwşên zêde li bajar û gundan serdana nexweşxaneyên “Sine”yê dikin.