Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê li jêr navê “geşepêdana aburî û kişawerzî ‘ê” mijulê jinav birina asewarên dîrokî ê Kurdistanê ye

14:05 - 9 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî a Îranê berdevam mijulê ji nav birina asewar û cihên dîrokiyên devera Merîwan û Hewraman ê ye.
Li gor zanîyarîyan gihiştî bi malpera Kurdistanmedia’ê, Sipaha Pasdaran demeke dixwaze “Kela Merîwanê’a li gundê “Berqela”ye li derdura devirê kela han sîmxadarê bikişîne.

Bi gotina akinciyên deverê, Sipaha Pasdaran dixwaze kela han xira bike û cihê wê bînayekî din çêke.

Dîroka Kela Merîwanê vedigere bo serdemê pêş hatina Îslamê û her wisa beşeka din a wê kela dîrokî vedigere bo serdemê destelatdariya Mîrnişînê Erdelan.

Rejîma Îslam a Îranê yekemîn car nine ku hevlekî viha dide, berê jî bi henceta zêdekirina rêkan goristana dîrokî a gundê Bergelat ê, tev dan û niha tirsa xira kirina kela Merîwanê ji holê deye.

Her di wê pêywendiyê de heyamek pêşniha asewarên dîrokî a di gundê “Esperêz”a devera Hewraman a ser bi herêma Sewlava ji aliyê kesên ser bi rejîmê hetin talan kirin.
Çêkirina sedê “Garan” li devera “Çinar” û li nav birina asewarên gundên vê deverê weke “Eysewle” yekek din ji pîlanê rejîmê ye.