Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê milyardek Dolar dide rejîma Sûriyê

21:34 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Piştî seredana heyeta rejîma Sûriyê, rejîma Îranê soz daye ku milyardek Dolar bi gotina xwe weke “qer” bide rejîma Beşar Esed.


Li gor nûçegihaniya “Peyamner”, hin çavkaniyên ragihandinê ên Sûriyê belav kirine ku rejîma Îranê amadeye milyardek Dolaran weke qer pêşkêş bi rejîama Sûriyê bike.
Berê jî rejîma Îranê ragihandibû ku amade ye 5 milyard Dolaran weke piştgiriya Lîreyê Sûriyê û abûriya wî welatî pêşkêş bi rejîma Esed bike, lê ew pêşniyaz ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatibû red kirin.
Di rewşa niha a rejîmka Sûriyê de ku ber bi hiloşanê ve diçe, rejîma Îranê berdewam piştgiriyê dide wê rejîmê. Wezîrê Derve yê rejîma Îranê gotiye: “Hiloşana rejîma Esûriyê xeyalek e”.
Rejîma Îranê dixwaze tenê hevpeymanê xwe yê Rojhilata Navîn wate rejîma Beis a Sûriyê ji hiloşanê biparêze û bi wî pereyî jî dixwaze çavkaniyên enerjî , nift û gazê ji rejîma Esed re vejîne.
Berbi 67’mîn salvegerî damezirandina PDK Îranê