
Gorî rapora Roytêrzê, deshilatdarên rejîma Îranê gotine saziya navnetewiye firîna sivîle netevên yekbûyî, hekî di gel Ukrayên lihevkirin, dê Sindûqa reşe Balafira Ukraynê ku ji aliyê Sipahê ve bû emanca Mûşekan û hate xistin, dê radestî Firanseyê bike bona jêvekolînê.
Di derbarê xistine xwarêye Firoka Ukraynê ji aliyê Sipaha terorîstiye Pastaran ve, 3 Welatên Ukrayîn, Kanada û Amerîkane tekesiyê dikin ku divê Îran Sindûqa Reş radest bike, lê rejîma Îranê ev serê 7 mehane her carê bi hêcetekê û bi qevl û sozên direvîn, ev pirs paşte xistiye û amade nebûye ku sindûqê radest bike.
Wezîrê weguhestina Kanadayê ragihand: rejîma Îranê di meha Marsê de soz dabû ku sindûqa reş radest bike, lê piştî hingê ser soza xwe nema, lê di dawiyê de jî ev dibe her radest bikin û emê heyamekî dinê benda wan bimînin.
Roja 18 ê Befarnbara 1398 ê, Balafira hejmar 752 navnetewiye welatê Ukrayînê bi 176 Misafiran, di dema rabûna ji Firokexana Tehranê, kevte ber êrîşa Mûşekiye Sipaha terorîstiye Pastaran û kevte xwarê û hemî Misafirên vê canê xwe ji dest dan, destpêkê rejîmê înkar dikir ku ji aliyê Sipahê ve hatibe xistin, lê dema zanîn ku ev karê dijî mirovane nayête veşartin, berpirsayetî kêşane ustê xwe.