Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê tirs ji xebata neteweyî a Kurd heye

19:45 - 1 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Nûnerê HDKI li welatê Amerîkayê, serdana Ofîsa Senator “Bob Kessi” kir, û li ser pirs û rewşa mafê mirov li Kurdistan û hebûna piştevaniyê di tevgera rizgarîxwazî a gelê Kurd di rojhilatê de axavt.

“Areş Salih” Nûnerê HDKI li welatê Amerîkayê, di serdanekê de bo Ofîsa senator “B Bob Kessi” bi Îşarekirina bi rewşa mafê mirov di heyama sala derbazbûyî di Kurdistan û Îranê de, herwisa bi îşarekirina bi şeroiybûna rejîma Îranê di deverê de got: Reftarên Îranê di navxweya rejîm û derve de bingeha sirûştiya wê rejîmêye û hewceye bê çareserkirin. Bi vê wateyê nikarin bi bê girîngîdan bi sirûşta tepeserikirinên di navxweya Îranê, li wê difikirin ku givaş li ser komara Îslamî dikare reftar û kiriyarên deverê yên  cîhanî yên wê rejîmê biguhire.

Navbirî li berdewamiya axavtina xwe de bas ji wê kir: Herçend ku givaşên aborî li ser rejîma Îranê dikare heya asteke xuya, vê rejîmê li hemberî tevgera navxweyî de lawaz bike, û temenê hêza tepeserkirinê a wê rejîmê kêm bike, lê hevdem ji bo guherînkariyeke wate dar hewceye dawiyê bi tepeserî di Îranê de bînin.

Nûnerê Hizba Demokrat herwisa got: Bi baweriya me, Îran weke welatekê di devera Rojhilata Navîn de, tenê demekê reftarên aşitiyane wê hebe, ku desthilat di nav neteweyên cuda de, li navxweyî welatê de hatibe gorê, ji ber wê yekê jî bi baweriya me sîstemeke fediral ku mafê neteweyî tê de bê parastin, û ew netewane jî li desthilata navendî de beşdarî bikin, tenê rêyeke ku herdu arîşeyên reftar û kiriyarên Îranê di navxwe û derve de çareser bikin.

Areş Salih di berdewamiya axavtina xwe de bi îşarekirina bi binpêkirina mafê mirov li Îranê de, hinek belge û amar ku bi hewla organên cuda ên Hizbê hatibûn amadekirin, pêşkêş bi senator “ Keysî” kir û got: Gelê Kurd di heyamên çend dehkên derbazbûyî de zêdetir li her neteweyeke Îranê zilm lê hatiyekirin û bi rêyên cuda hewla nemana wê rejîmê hatiye dan.

Areş Salih, di beşeke din a axavtinên xwe de herwisa bas ji vê jî kir, ku xebata niha ya Kurdistanê wisa kiriye ku, rejîm piştî wan hemû tepeserikirinan zêdetir ji her kes û aliyekê tirs ji gelê Kurd hebe, her ji ber wê tepeserkirinê jî li Kurdistanê li çav cihên din bi awayê sîstematîk û tundtir dibe, ew rastiyane derdixînin ku, tevgera rizgarixwazî a gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê şiyana hindê heye ku, bibe bizwêner û piştevanê xebateke bihêz li Îranê.

Navbirî, di dawiyê de îşare bi kongireya neteweyên federal kir ku, neteweyên cuda ên Îranê, ji bo guherîna çarenivîsa xwe û rejîma komara Îslamî, dikare zêdetir alîkariya yektir bikin, lê ewa ku girînge ewe ku, siyaseta dewleta Amerîkayî di wê pêwendiyê de kiriyarên rast bi xwe ve bibîne.