
Pêka raporên belavbûyê bi sedema bilindbûna nirxa hewcehiyan û zêdebûna teweromê û daketina nirxê dirafê Îranê li hember dirafên biyanî, beşeke zêde ji civaka kedkarî bi heqdesta heyvaneya 110 Dolarî, nikarin heta beşek kêm a hewcehiyên xwe jî dabîn bikin, lewma tevî berdewamkirina karê kedkarî, rû bi destfiroşî li ser şeqaman an peydakirina alavan li nav paşmaweyan de dikin ku heta bikarin beşek biçûk a xercê jiyana nemirûnejiya xwe dabîn bikin.
Herwisa li wan raporan de hatiye ku beşek ji malnişîênkiriyan jî neçar mane rû bi destfiroşî li ser şeqaman an peydakirin alavan li nav paşmaweyan de bikin.
Pêka wan raporan Kedkarekî bajarvaniyê gotiye ku li demjimêrên şevê de li nav zibl û paşmaweyan de digerin ku bikarin beşek ji xercê malbata xwe dabîn bikin.