Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê çalakvanekî Ereb li jêr îşkenceyan de kuşt

16:01 - 16 Çirriya pêşîn 2025

Çalakvanekî medenî yê Ereb bi navê “Hesen Saêdî” temen 34 salî, xelkê bajarê Ehwazê, li girtîgeha îtilaata rêjîmê li bajarê Ehwazê de li jêr îşkenceyan de hatiye kuştin û vê navenda tepeserkere rêjîmê bo çewtekarî ragihandiye ku navbirî bi sedema rawestana dil canê xwe ji dest daye.

Navbirî 2 roj berî niha li êrîşa hêzên îtilaata rêjîmê de bo ser mala wî, bi awayekî tundûtîj û bi lêdan û kutanê hatibû binçavkirin.

Pêka raporên belavbûyî, îdareya îtilaata rêjîmê pêywendî digel malbata “Hesen Saêdî” girtine ku biçin û termê kurê xwe ku bi sedema sekinîna dil canê xwe ji dest daye, verbigirin lê malbata wî li vê derheqê de ragihandine ku “Hesen Saêdî, ti nexweşiyek nebûye û îdiaya îdareya îtilaat rêjîmê çewt e û kurê wan tenê li jêr îşkencê de hatiye kuştin.