Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê û Esed Sûryê bi gazên jehrî pirrçek dikin

13:24 - 16 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Rejîma Beşar Esed bo cara çendimîne ku ji gazên jehrî mifah werdigre û serokê Hevgirî a Nîştemanî yê Sûriyê, rejîma Îran şerîkê cinayetên Esed bi nav kir.

Li gorî nûçegihanên girêdayî bi dijberên rejîma Sûriyê, hêzên Beşar Esed, devera “wobir” a Dîmeşqê bi avêtina gaza jehrî a Kolorê, 20 welatiyên wê deverê fetisandin.

Pêştir jî Beşar Esed bi alîkariya rejîma Îranê welatê Sûriyê kîmiya baran kiribû.

Hadî Elbehrî serokê Hevgirî a Nîştemanî yê Sûriyê, tekez kir ku divê rejîma Îslamî ya Îranê, mîlîtan û hêzên leşkerî ên xwe ji Sûriyê wekişîne û dev ji piştevaniya Esed berde.

Elbehre di gotûbêj li gel Elcezîre îlan kir ku bo ji nav birina terorîstan û girûpa DAÎŞ’ê, divê di qonaxa yekem de rejîma terorîstî a Beşar Esed ji holê rabe.

Di wê peywendiyê de ( piştî derbasbûna 4 salên şerê Sûriyê), Amarîka tekez bi bê encam mayîna şer ligel DAÎŞ li Sûriyê kir û got:“Hewce dike serî de guhertinek bi ser rejîma Esed de bê û destên pişt vê senariyoyê bên eşkere kirin. Herwisa pêwîste Esed li ser kar bê avêtin.

Bi texmîna NY, nêzî 200 hezar kes di wan 4 salên şer de hatine kuştin û 11 milyon kes jî koçber bûne ku 3 milyon ji wan derveyî welat dijîn.
Her wiha gorî amarên ku ji aliyê Saziya Nivîsîna haletên tundajo û Çavdêrê mafên mirovan li Sûriyê hatiye bilav kirin; Heya niha herî kên 85 milyon Sûrî bi awayekî ser beredayî ji aliyê rejîma Beşar Esed ve hatine bin çav kirin û niha li girtîgehan de bê çare nivîs in.

Her di vê peywendiyê de, di destpêka 4 salên şer ê hundirê Sûriyê de, 2 hezar û 600 kes wenda bûne û niha bê ser û şwin in.