Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê û madên hişber

12:22 - 12 Çirriya paşîn 2012

Efşar Ceferî

Dîroka hebûna madeyên hişber li Rojhilatê Kurdistanê li gor hilkevta coxrafî ya welatê me, vedigere bo demek dirêj, lê em dibînin ku çi demekê heta niha bi qasê van salên dawî bazirganî û bikaranîna madeyên hişber li Kurdistanê zêde û berfireh nebûye. Sedemên vê diyardeya gemar û bi xeter a civakî pirr in ku emê di vê nivîsarê de bi kurtî be jî, balê bikşînin ser van.

Her diçe rêjeya bikaranîna madeyên hişber li Rojhilatê Kurdistanê zêde dibe û bandorek rasterast dike ser civakê. Berî her tiştekê rejîma Komara Îslamî ya Îranê berpirsyarê sereke yê vê diyardeyê ye. Ji ber ku ew dixwazin vîn û îradeya ciwanên kurd lawaz û tune bikin da ku bi vê rêyê hêz û baweriya azadîxwazî û neteweyî ya ciwanên kurd control bikin. Rêya herî baş ji bo rêvebirina vê diyardeyê ji aliyê rejîmê ve, belavkirina berfireh û bidestxistina hêsan a madeyên hişber li civaka Kurdistanê de ye.

Belavbûna madeyên hişber li Kurdistanê zêde ji aliyê sîxor û dar û destekên girêdayî dezgeh û saziyên dewletê û bi taybet hêzên ewlekaiyê ve tê meşandin. Ev yek siyaset planrêjkirî û anqest ya dewletê ye ji bo ciwan û civaka Kurdistanê.

Li hemû parêzgehên Kurdistana Îranê Sipaha Pasdaran bi eşkere madeyên hişber di nav ciwanan de belav dike û kesên ku bazirganiya van madeyan dikin, di cîh de tên azadkirin. Sipaha Pasdaran mafiyaya herî mezin a belavkirina madeyên hişber e.


Hêz û dezgehên rejîma Komara Îslamî dikarin pirr bi hêsanî belavbûna madeyên hişber kontrol bikin û kesên vî karî encam didin, binçav û ceza bikin, lê ew kes loma zû tên azadkirin ku karê belavkirina madeyên hişber di nav ciwanên kurd de bidomînin. Li hemû gund û bajarên Kurdistanê ev liv û tevgera dijminane ya hêzên Komara Îslamî bo nexweşxistina civaka Kurdistanê bi şekere tê xuyakirin.

Rêjeya bikaranîna madeyên hişber li Kurdistanê vê dawiyê bi qasekê zêde bûye ku bûye yek ji pirsgirêk û gefek mezin ên civakî di nav malbatan de. Pirraniya goriyên vê fenomenê jî ciwanên kurd in. Faktorek jî ku dibe sedem ev e, hejar û bêkarî li Kurdistanê pirr zêde ye û ciwanên kurd jî bêhêvî ne ji pêşeroja jiyana xwe. Loma ciwan tûşî vê nexweşiyê dibin û pirr hêsan madeyên hişber bidest dixin.

Malbat dikare bandorek rasterast li ser pêşîgirtin ji belavbûna madeyên hişber bilîze. Hişyariya dayik û bavan di çarçoveya malbatê de, rolekî pirr mezin bo berlêgirtina vê diyardeya bi xof dikare bilîze. Bi giştî dayik û bav wisa hest dikin û difikirin ku madeyên hişber nikare gefê li jiyana zarokên wan bike û tenê tirsek li ser jiyana xelkê din heye, lê berfirehbûna bikaranîna madeyên hişber di civakê de bi qasekê xeter e ku bûye kirîz û pirsgirêkek cidî ya civakî û gefê li jiyana hemû malbatan dike.

Loma pêdivî ye ku dayik û bav pirr baş balê bidin ser hawîrdor û tevger û herwiha hatin û çûna hevalên zarokên xwe. Ewlehiya civakî her diçe kêmtir dibe, ji ber ku maşîna madeyên hişber gefek eşkere û mezin e li ser hemû pêkhateya malbat û civakê, çavdêrîkirina ciwanan erkekî sereke yê dayik û bavan e.

Komara Îslamî ya Îranê dikare gellek hêsan bazirganiya madeyên hişber kontrol bike û firoşyarên van madeyan binçav û ceza bike, lê qet nekariye û nexwestiye vê pirsgirêka bingehîn a civakî çareser bike û ji holê rake.

Ji aliyekê ve kom –kom ciwanên kurd bi tawana bazirganiya madeyên hişber îdam dike û ji aliyekî din jî bi rêya sîxor û destekdayîna hin kesên li jêr bandore dezgehên xwe, mîna şîrînî û şekrokan li kûçe û kolanên Kurdistanê, madeyên hişber bilav dike.
Stratejî û pîlana rejîma Îranê bo belavkirina madeyên hişber, tenê nexweşkirina civaka Kurdistanê ye û herwiha lawazkirin û jinavbirina îradeya ciwanên kurd e û bendewarbûna malbatan bi zarokên tûşbûyî bi vê diyardeyê ye ku dehan pirsgirêk û belayên din ji ber bikaranîna madeyên hişber tûşî wan dibin.