Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Sûriyê zarokan îşkence dike

15:17 - 26 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Saziya xêrxwaz a Birîtanya “Rizgarkirina Zarokan”, bas ji cinayetên hovane ên rejîma Esed li ser zarokên penaber ên Sûriyê li welatên cîran, li zarê wan zarokan ve dike.


Li gor rapora wê saziyê û li zarê zarokên penaber ve, wan zarokan komkujiya xelkê û qetlîama endamên malbatê xwe bi çavên xwe dîtine.
Parêzerên saziya “NY” dibêjin ku rejîma Beşar Esed “di astek nigeranker de” mafên mirovan binpê dike û di wê derheqê de huişarî da.
Çavkaniya han li zarê zarokên penaber ve belav kiriye, hin zarok hatine destbiserkirin û revandin û hepsîkirin. Wan zarokan wuha gotine: “Ji bo ku axaftinan ji wan zarokan derxin, bi awayek hovane hatine îşkencekirin, weke helawêstin li banan ve, lêdan, birçîragirtin, tênîtî di heyamê çend rojan de û daxkirin bi cigereyan ku pirraniya wan di encama wan îşkenceyan de canê xwe ji dest dane.