Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîmê li devera “Tirgewer” û “Biradost” ên Urmiyê rewşek ewlehî pêkaniye

17:09 - 23 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Seba danîna xalên çavdêrî li ser sînorên Tirgewer û Biradost, ew du dever bi tundî ketine jêr rewşa ewlehî a hêzên rejîmê de.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, hêzên rejîmê li devera Tirgewer û Bradost bi danîna xalên çavdêriyê, sînorên navbera Îran û Turkiyê daxistiye.
Li devera Tirgewer hêzên rejîmê mijûlê avakirina borcek û cihên nîzamî ên çavdêriyê ne ku bi wî awayî bikarin bi giştî sînoran dabixin.
Hêzên rejîmê ên cihgîr li devera Tirgewera Urmiyê, ser bi “Leşkerê 2’ê Hemze” yê Sipaha Pasdaran in.
Berê jî nûçeyê ewlehîkirna deverên din ên Kurdistanê bi taybetî sînorên Merîwanê ji aliyê hêzêzn rejîma Îranê ve hatiye belavkirin û rewşa bajarê Merîwanê bi gerrên şewane ên Erteşê, dengê teqeyan û danîna xalên çavdêriyê rewşa bajar çendqad ewlehî bûye.