Berdevkê Wezareta Derve yê Rejîma Îranê “Seîd Xetîbzade” li derheq rêkevtinameya di navbera “Erebistana û Kuweyt”ê de li derheq meydana gaza “Areş- Eldere” gotiye: “Eldere meydanek hevpar di navbra Îran, Erebistan û Kuweytê ye û çend beşên din di sînorên avî di navbera Îran û Kuweytê de hene ku hêj nehatine diyarkirin.”
“Xetîbzade” basa ji vê yekê kiriye ku divê her hewlek bo berhemanîn û geşedan di wê meydanê de bi hevahengiya “Îran, Kuweyt û Erebistan”ê bê encamdan.
Herwisa Berdevkê Wezareta Derve yê rejîma Îranê bas ji vê yekê jî kiriye ku hewlên berê yên “Kuweyt û Erebistan”ê li çarçoveya belgeyeke hevkariyê, digel hevdîtin û rûniştinên ku berê hatibûne encamdanê, dijayetî heye neyasayî ye.
Herwisa navbirî gotiye: “Îran mafê berhemanîna xwe li meydana hevpar a gaza Areş de diparêze.”