Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêkxistina Netewên Yekgirtî, rejîma Îranê seba binpê kirina mafê mirov mahkûm kir

12:29 - 22 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: Civata giştî a Rêkxistina Netewên Yekgirtî li biryarnameyekê de rejîma Îslamî a Îranê bi sûçê binpê kirina mafê mirov, mehkûm kir.

Divê biriyarnamê de hatiye ku hewceye di demeke nêz de, girtiyên siyasî bihên azad kirin û daxwaz kirine ku rejîma Îranê ligel Komîsariya a mafê mirov hevkarîyê bike.
Biriyarnameya han roja Pêcşembî berwara 20’ê Çileya Pêşîn a 2012’an, li Civata giştî a Rêkxistina Netewên Yekgirtî bi 86 dengên “erênî” û 32 dengan “nerênî” hat pesen kirin.
Di pişkek din a birayarnameya Netewên yekgirtî de, bas ji darvekirin,eşkence, binpê kirina mafên kêmaniyên Olî bi şêweyekî berçav hatiye kirin.
Mihemd Xezaî karbidestê rejîma Îranê li rêkxistina netewên yekgirtî, birayarnameya han bi neadilane li qelem da.
Her di vê pêywendiyê de berwar berwara 19’ê Çileya Pêşîn a 2012’an, mecilisa Sina a kongirya Amerîka saziya Deng û Reng a rejîma Îranê seba pêşil kirina mafê mirov xiste nav lîsteya xwe a dûrpêçan de.