Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma 10’ê Xakelêweyê li bargeha polîtbîroya PDKÎ de birêve çû

20:01 - 30 Adar 2014

Kurdistanmedia: Rêûresma 10’ê Xakelêwe roja şehîdên Kurdistanê, di sê birêgên cuda de li ser gorstana şehîdan, wekirina pêşangeha şehîdan û hola giştî a rêûresmên PDKÎ, birêve çû.

Li gor rapora nûçegihaniya Kurdistanmedia, sibêdeya roja Yekşemî 30’ê Adar a 2014’an, rê û resmeke taybet bi 30’ê Adarê roja şehîdên Kurdistanê bi amadebûna sekreterê giştiyê yê PDK Îranê, endamên reberî, malbat û pêşmergên PDK Îranê, li bargeha Deftera Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de, birêve çû.

Beşa yekem a rê û resmê bi rêjeya Eskerî ya hêzên pêşmergên Kurdistanê bo ser goristana şehîdan dest pêkir û li ser goristana şehîdan du sirûd bi navên “Şehîdan” û “Mejîn bo firmêskî xem” ji aliyê hêzên pêşmerge ve hat xwîndin û pişter rêzdar “Mistefa Hicrî” li gel “Zeyîneb Pêrewan” xoşka şehîd “Eêzet Pêrewan” tacegulek li ser gora şehîdan danîn.

Piştere pêşangaha nîgarên şehîdên PDK Îranê ji aliyê “Mistefa Hicrî” sekreterê giştî yê PDKÎ û “Wilê Celalî” xoşka “Şehîd Setar Celalî”ve ji bo beşdarbûyan hat vekirin.

Li beşa duyem a rê û resmê de ku li hola merasimên PDK Îranê de birêve çû, li destpêkê de sirûda neteweî a “Ey Reqîb” hate xwandin û piştre çend xulek bêdengî bo rêzgirtina ji canê paqij ên şehîdê Kurdistanê hat ragehandin.

Paşan peyama komîsiyona Komelayetî ji aliyê “Tahirî Mehmûdî” Endamê Komîteya Nawendî a PDK Îranê hat pêşkeş kirin.
Piştre sirûdekî şoreşgerane ji aliyê kora mûzîka PDKÎ ve hat xwîndin û li dirêjahiya peyama hevbeş a rêxistinên Ciwanan, Jinan û Xwedekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê ji aliyê “Şemal Texrîbî” endamê heyeta birêveberiya yeketiya Xwendekaran ve hat xwendin.

Di dirêjahiya rêûresmê de peyama Partiya Şîû”î a Kurdistanê ji aliyê “Ebû Tara” endamê Mekteba Siyasî a vê partiyê ve hat pêşkeş kirin.

Pexşanek ji aliyê “Ehmed Şêrbegî”ve ku taybet bo rêûresmê bi dengê xwe hatibû tomar kirin, het pêşkeş kirin.

Paşan sirûdeke din a şoreşgerane bi navê “Xwîna Xakelêwe” ji aliyê Xolam Fatihî û bi alîkariya kora mûzîka PDKÎ ve hat xwîndin û paşan pexşanek bi navê “Hestanewe” ji aliyê “Dilniya Pîrî” keça şehîd “Cemşîd Pîrî” ve pêşkeşê amadebûyên merasimê hat kirin.

Herwisa hejmarek peyam bi destê rêveberiya rêûres,ê gihîştibûn ku navên wan bi vî awayê ye:

Partiya Şîû”î a Kurdistanê, komîta qezaya Koyê
Partiya Demokrat a Kurdistanê, lêjneya devera Koyê
Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê