![](/weney-mallperr/6257.jpg)
Kurdistanmedia: Merasima 68’emîn salvegera avabûna Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Nawenda 1’a Kurdistanê birêve çû.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja yekşemî 18’ê Tebaxa 2013’an, rêûresm bi beşdariya kadr, pêşmerge, malbat û endamên PDK Îranê birêve çû. Bi xwandina sirûda neteweî ya “Ey Reqîb” û deqeyek bêdengî bona rêzgirtina ji canê paqij ê şehîdê Kurdistanê merasim dest pêkir.
Paşan peyama Nawenda 1’a Kurdistanê ji aliyê “Tahir Kesîlî” Endamê Komîteya Nawendî û berpirsê Nawenda yek ve hatin pêşkêşkirin.
Di beşa din ya rêûresmê de sirûdek ji aliyê Kora Huner ya PDK Îranê ve hat xwandin û herweha peyama hevpar ya komîteya Jinan û Ciwanan ji aliyê “Çinar Behramî” ve het pêşkeşkirin.
Demokrat ser tîtra helbestê bû ku ji aliyê “Osman Kerîmî” ve hat xwandin û her wusa “Beyan Pîranî” jî stranek pêşkeşî rêûresmê kir.
Di dirêjahiya rêûresmê de pexşanek bi navê “Ey Domkrat” ji aliyê “Awyer Şêxî”ve hat xwandin û paşan peyama komîteya PDKÎ’ê ya kempa Kawe bi bona 25’ê Gelawêjê ji aliyê “Birumend Elyasî” ve hat xwandin.
Di beşa din ya rêûresmê de “Suare Heyîderî” helbestek xwand û paşan Kora Hunerî ya PDK Îranê sirûdek xwandin û “Îman Elyasî” helbestek bi navê Pêşewa pêşkêşkir.