![](/weney-mallperr/6247.jpg)
Kurdistanmedia: Rêûresma 68’mîn salvegera avabûna PDK Îranê li Nawenda sê a Kurdistanê birêve çû.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja şemî 17’ê Tebaxa 2013’an, rêûresm bi sirûda netewî ya “Ey reqîb” û deqeyek bêdengî bona rêzgirtina ji canê paqij ê şehîdê Kurdistanê dest pêbû.
Paşan çend gotinek di vê deheqê de, ji aliyê rêzdar Sidîq Derwîşî Endamê Komîteya Nawendî û berpirsê Nawenda sê ve hatin pêşkêêkirin.
Di beşên din yên rêûresmê de çendîn sirûd û sitranên Filklor ji aliyê Kora Hunerî a PDK Îranê ve hatin pêşkêşkirin û herweha pexşanek ji aliyê Qadir Kerîmî û peyama hevpar ya yekîtiyên Lawan û Jinan jî ji aliyê Hacer Qadirî ve hat pêşkêşkirin û piştre rêûresmê bi govend û dîlana Kurdî dawî bi karên xwe anî.
Hewceyî basê ye ku çepike gula Melbenda 3’a rêkxistina Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê bi boneya pîrozbahiya wê rojê, pêşkêşî rêveberên rêûresmê hat kirin.