Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma 2’ê Rêbendanê li rojavaya Kanadayê bi rê ve çû

20:17 - 25 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanmedia: Roja şeme, 03.11.1394’an komîteya PDKÎ li rojavay Kanada bi sedema 2’ê Rêbendan salroja avabûna komara Kurdistanê şevahengekî Siyasî û hunerî pêk anî.

Di vê rêûresmê de hejmarek ji hemwelatiyên akinciyên herêma rojavay Kanada pişkdar bûn rêz ji xebat û têkoşîn û avabûna komara Kurdistanê û dirêjedan bi rêbaza Pêşewayê mezin girtin.

Di destpêkê de rêûresmê bi sirûda Ey reqîb û çend xûlek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqije Kurd û kurdistanê dest pê kir.

Piştre peyama komîteya PDKÎ li rojavaya Kanada, ji aliyê Mûhendis Şehriyar Wîje berpirsê komîteyê hat pêşkeşkirin.

Di beşek din a rêûresmê peyam û pîrozbahiyên aliyên Kurdistanê û spasnameya komîteya partiyê hatin xwendin.

Piştre peyama pîrozbahiya Komeleya Şoreşgêrê Zehmetkêşên Kurdistana Îranê hat pêşkeşkirin.

Herwisa Mihemed Toz xebatgêrê Bakûra Kurdistanê gotarek li ser komara Kurdistanê û erkên neteweyî yên nifşa nû li dervayî welat pêşkeşî beşdarbûyan kir.

Di dirêjiya rêûresmê de Îsma’îl Îbrahîmî nûnerê PDKÎ li welatê Kanada di gotareke Kurt de amaje bi rol û têkoşîna xebatkarên bê nav û nîşanên qada xebata Kurd kir û ragehand ku kesên han hemû jiyana xwe terxan kirine bo rizgariya gel “bê vê ku tu çavnihêriyek hebin” barê giran ya şoreşa pîroz hildigirin.

Navbirî wek nerîtek nû bi nûnerayetiya hevalên komîteya PDKÎ, bi sedema 20 sal xebata bêrawestan û endametiya PDKÎ li dervayî welat lohek rêzgirtin pêşkeşî hevalê rêzdar Rehman Muradî kir.

Naweroka rêûresmê pêk hatibû ji xwendina helbestan û pexşanên şoreşgerî û bi taybetî xwandina wesiyetnameya Pêşewayê Nemir.