Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma 2’ê Rêbendanê li welatê Swîsê bi rê ve çû

20:36 - 25 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanmedia: Roja şemî, 03.11.1394’an li bajarê “Bêl” li welatê Swîsê rêûresma 2’ê Rêbendanê bi pişkdariya sedan kes ji kurdên herçar parên Kurdistanê û akinciyên welatê Swîsê bi rê ve çû.

Li gor nûçeya gihiştiye malpera Kurdistanmedia: Destpêka rêûresmê bi sirûda Ey reqîb û xûlek bêdengî bo rêzgirtin li canê paqije şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Piştre ji aliyê rêveberê rêûresmê, xêrhatina mêhvanên rêûresmê hate kirin.

Piştre peyama komîteya Swîsê ji aliyê Kamran Resûlî berpirsê komîteya PDKÎ li welatê Swîsê hate pêşkeş kirin.

Piştre peyama komîteya PDKÎ bi zimanê Almanî ji aliyê xatûn “Miryem Seferî” ve hat pêşkeşkirin. Di beşeke din ya rêûresmê de peyama YCDKÎ ji aliyê Ramiyar Xadimî ve hat pêşkeşkirin.

Di vê rêûresmê de çendîn helbest û hozan hatin xwendin. Di rêûresmê de berpirsê komîteya Swîsê alayekî Kurdistanê pêşkeşî rêzdar “Ştoklî” parlemantarê Swîsî kir.

Di beşa duyem ya rêûresmê de jî hunermendê dengxweş Nasir Rezazî û Sîros Îmamî rêûresm bi ahengê xemilandin.
Rêûresma han heya demjimêr 23.00 dom kir.

Ev part û rêkxistnên ku peyam bo rêûresmê şandibûn pêktên ji:
1-Partiya Demokrat a Kurdistanê
2-Yekyetiya Nîştman a Kurdistanê
3-Komeleya Şorişgêrên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê
4-Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê
5-Partiya Sosyalîst a Kurdistana Bakûr
6-Sazimana Xebata Kurdistana Îranê
7-Rêkxirawa Kurdistanî a partiya Komonîstî a Îranê- Komele