
Kurdistanmedia: Bi boneya 73.mîn salroja avakirina Yekîtia Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê, rêûresimek li kempa Cejînkanê hate lidarxistin.
Roja Înê rêkefta 24`ê Reşemeha 1397`an, rêûresma 73.mîn salroja avakirina Yekîtiya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê, bi beşdariya hejmarek endamên rêberatî, Kadr, Pêşmerge, malbat û mêhvanan, , hate lidar xistin.
Rêûresma 73.mîn salroja avakirina Yekîtiya Jinan, bi xwendina sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb”, û ragirtina bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji riha pak ya şehîdên Kurdistanê, destpê kir.
Piştire Jîla Mostecir endama birêveberiya Yekîtiya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê, peyamek bi vê boneyê pêşkêş kir.
Navbirî di beşeke din a vê rêûresmê de got: “Dîrok şahîdiya vê yekê dide ku, avakirina Yekîtiya Jinan, bû deriyek ku jinên gelê maf jêxwarî bo yekem car, bi awayekî rêkixistinî û sîstematîk û organîzasyoneke serdemî, tevlî xebata zirgarîxwezî û mafxwazî ya gelê me li Kurdistana Rojhilat bin, û herçavan ku me dît, Yekîtiya Jinan û bi giştî jinên Kurdistana Rojhilat hewêl didin bo rêkxistin û handana jinan li seranserê Îranê, bo beşdarîkirin di tevgerên civakî û siyasî de, xwe bê par nekiriye.
Hevdem Luqman Ehmedî, endamê Desteye Kargerî yê PDKÎ, peyama Desteya Kargêrî pêşkêş kir.
Herwisa di vê merasimê de, sê pexşan coda ji aliyê Zekiye Sidiqî, Mêhreban Dêhqan û Girîng Pîrotî hatine xwendin.
Piştire çend tabloyên dîlanê, ji aliyê girûpa Dîlanê ya bi navê Gerdelûl, bi serperestiya Çinar Menaf bi boneya 73.mîn salroja avakirina Yekîtiya Jinên PDKÎ hate lidarxistin.
Her bi vê boneyê jî, çend peyamên pîrozbahiyê bo Yekîtiya Jinan hatibûne şandin ku wiha ne:
-Yekîtiya Jinên PDKÎ
-Yekîtiya Ciwanên PDKÎ
Herwisa bi boneya 73.mîn salroja avakirina Yekîtiya Jinên PDKÎ, destegulek ji aliyê Desteya Kargêrî a PDKÎ, hate pêşkêşkirin, û hevdem di vê rûûresmê de, corên coda yên kincên kurdî jî, hatine nîşan dan.
Ev rêûresm bi şadî û govendê, dawiyî pê hat.