Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma cejna newrozê li bargeha Polîtburoya PDKÎ hat lidarxistin

21:01 - 20 Adar 2014

Kurdistanemdia: Cejna neteweyî a newrozê û destpêka sala nû a Kurdî di rêûresma bargeha Deftera Siyasî a Partiya Demokrata a Kurdistana Îranê de, bilind hat nirxandin.
Li gor rapora Kurdistanemdia, rêûresma cejna newroza 2714’an a Kurdî paşnîveroa îro roja Pênçîemî 20’ê Adar a 2014’an, be amadebûna “Mistefa Hicrî” sekreterê giştî, endamên rêberî, mêvan, karid û pêşmerge û malbatên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li binka Polîtburoyê birve çû.
Rê û resm bi xwîndina sirûda “Îro sala tezeye” ji aliyê kora mûzîka PDKÎ ve dest pêkir.

Paşan çepke gullek ji aliyê heyeteke Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ve ku pişikdarê rêûresmê bûn, hat pêşkeş kirin.

Piştre Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ bi hinceta sala nû a 2714’a Kurdî peyama xwe pêşkiş kir.

Hicrî di peyama xwe de serbarî pîrozbahiya PDKÎ li xelkê Kurdistanê û malbatên serbilind ên şehîdan bi boneya hatina newroza 1393’a Rojî, got: Bi hêviyeke nû ber bi pêşwaziya ji sala nû ve diçin, di cihê xwe de ye ku em avriyekê li yek sala borî, wate sala 1392’an a Rojî bidin, saleke dijwar û pirr ji êş û azar, wekî hemû heyama temenê rejîma Îranê, bo hemû xelkê Îranê, û bi taybetî bo neteweya Kurd di vî welatî de.

Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ di peyama xwe de çend mînakek ji estemiyên sala derbasbûyî û bi taybet paş hatina serkarê Rûhanî û got:
- Li gorî nirxandina sindûqa navneteweyî ya pere, rêjeya bêkariyê li Îranê, di sala borî de, li jêhelçûnê de bûye. Her li gorî serjimêriyên rejîma Îranê bixwe, ew rêjeya di Kurdistana Îranê de, li çav herêmên din ên Îranê, sertir bûye.
- Li gorî serjimêriyên nefermî, û heya ên rejîmê bixwe, ku ciyê gumanê ne jî, pêketina bi madeyên sirker zêde û zêdetir bûye. Li gorî gotina wezîrê karûbarên navxwe, şeş milyon Îranî bi awayê rasterast, pêketiyê madeyên sirker bûne, û %92 ji xelkê Îranê nîgeranê vê diyardeyê ne. Berpirsyarê “Civata Hemahengiya Berbirûbûna di gel Madên Sirker” li parêzgeha Sine dibêje ku nêzî 20 hezar pêketiyên van madeyan di vê parêzgehê de hene.
- Giranî û helawsana (Enfilasiyona) aborî û pêketina bi madeyên sirker, diyardeyên nexweş ên civakî ên zêdetir li pey xwe anîne, û hejmar û serjimêriya xwekujî û telaqê rû li zêdebûnê ye. Li gorî serjimêriya nawenda pizîşkên warê karûbarên yasayî, (pizişk qanûnî) li Kirmaşanê, heya dawiya meha Sermawezê, 3.125 kiryarên xwekujiyê di wê parêzgehê de rû dane ku li çav sala borî, ji sedî deh zêdetir nîşan dide. Nawenda kodikê (sebt ehwal) ya vê parêzgehê ragehandiye ku di destpêka şeş mehên destpêka wê salê de, radeya telaqê %13.3 zêde bûye, û li hemberî her çar zewacan de, sê telaq hatine navnivîskirin.
- Di sala borî de, karnameya rejîma Îranê di berdewamiya tundûtîjî û serkut û binpêkirina mafên mirovan de, reştir ji caran bûye.
- Mijareke din ya balkêş ku di heman demê de wekî ezmûnekê cihê jê fêrbûnê ye, cihguherîna berpirsyarên rejîmê di navbera Ehmedînijad û Rûhanî de, wekî serkomarê welat bû. Di vê şanogeriyê de, ku rejîmê wekî hemû carên din bi rê êxist, Rûhanî bi gotareke cuda ji Ehmedînijad, û bi qewl û soza cîbicîkirina daxwaziyên destpêkî ên xelkê karî ku bala beşdarên hilbijartinê bo aliyê xwe rakêşe.

Piştre “Xolam Fatihî” hunermendê stranbêjê kora mûzîka PDKÎ bi vê hicetê stranek pêşkeş kir.
Di birga din a rêûresmê de helbesta helbestvanekî Sineyî bi navê “Awyer” ku li hundirî welat ve pêşkeşê rê û resmê hatibû kirin, ji aliyê “Şemal Texrîbî”ve hat xwîndin.

Paşan Sirûdek bi boneya newroza sala 2714’a Kurdî ku ji aliyê zarokên demokratê ve hatibû amade kirin, hat pêşkeş kirin.

Rê û resim bi hilkirina agirê newrozê bi destê “Mistefa Hicrî” sekretê giştî yê PDKÎ û govend û dîlan dawî hat.