Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma roja şehîdên Kurdistanê li rojavaya Kanadayê bi rê ve çû

17:04 - 11 Nîsan 2017

Kurdistanmedia: Rêûresmek bi boneya 10`ê Xakelêweyê roja şehîdên Kurdistanê, li rojavaya Kanadayê bi rê ve çû.

Ew merasim bi sirûda neteweyî ya Ey Reqîb û parastina bêdengiyê bo rêzgirtina ji riha pak ya şehîdan dest pê kir.

Piştre çend parçe pexşan ji aliyê Hikmet Qulîzade ve hatin pêşkêşkirin, û Rehman Muradî jî peyama Komîteya PDKÎ li rojavaya Kanadayê pêşkêş kir.

Piştre Mêhdî Cehangîr ji aliyê rêkxirawa Helebçe ya şehîdên PDK`ê ve peyama hevxemiya xwe pêşkêş kir.

Herwisa gotarek li ser rêberên şehîd ên xebata rizgarîxwaziya Kurdistanê wekî Pêşewa û Seyîdriza û Şêx Ebdulselam Barzanî ji aliyê Bengî Yeldîz nûnerê pêşîn ê Kurd di parlementoya Tirkiyê, û endamê Mala Kurd ve hate pêşkêşkirin.

Di vê merasimê de, Hawraz Gerdî, hevalê şehîd Resûl Mihemedzade, çend bîreweriyên xwe ên digel vî şehîdî bas kirin, û piştre hunermendê Rojavaya Kurdistanê, Silêman Yusif çend parçeyên muzîk û sirûdan pêşkêş kir.

Rêzgirtina ji malbatên serfiraz ên şehîdan, dawî beşa vê merasimê bû, û bi pêşkêşkirina lewha rêzgirtinê û destkegulên pêzanînê, ji aliyê şehriyar Wîje û Ce`ifer Bîdoz ve bi malbatên şehîdan, ew merasim bi dawî hat.