Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma salvegera şehîd kirina Dr. Şerefkendî û hevalên wî li goristana Pêrlaşêz a Parîsê bi rêve çû

20:06 - 18 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Di 22’emîn salvegera Şehîd kirina rêberê hêja û bilîmet yê gelê Kurd û sekreterê giştî yê PDKÎ, Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî, rêûresmek bi merema rêz girtin û peyman nû kirin tevî şehîdên Mîkonosê, li goristana Pêrlaşêzê a Parîsê hat lidarxistin.

Li gor raporta malpera Kurdistanmedia, demjimêr 2ê piştî nîvro a Çarşemiyê 17’ê Îlona 2014’an, rêûresmek bi hinceta 22’emîn salvegera şehîd kirina Dr. Şerefkedî û hevalên wî, ji aliyê rejîma terorîst a Îslamiya Îranê we li Berlînê, bi pişikdariya çend endamên rêberî a PDKÎ li derveyî welêt, nûnerên part û aliyên siyasî yên kurdistanî û Îranî û kesên akademîk û nûnerê saziyên medenî yên Kurdan û herwisan hejmarek berçav ji endamên komîteya PDKÎ li Beljîk, li ser cimata Şehîdan, Dr. Şerefkendî, kak Fetah Ebdulî û kak Homayûn Erdelan bi rêve çû.

Rêûresim bi ragirtina deqeyek bêdengî bo rêz girtin ji şehîdên rêya azadî û rizgariya Kurdistanê û bi taybetî şehîdên Mîkonûsê dest pê kir.

Piştre Dr. Xisro Ebdulahî, endamê cêgirê Komîteya Nawendî a PDKÎ ji aliyê Partoya Demokrat a Kurdistana Îranê ve, çend peyvek pêşkeş kirin.

Di peyama Dr. Xisro Ebdulahî de, bas ji kesayetî û rolê berçav yê Dr. Şerefkendî piştî terora rêberê mezin yê PDKÎ Dr. Qasimlo kir û herwisan derheq bi terora mîkonûsê û terorîzma dewletî a rejîma Îranê jî axivî.

Piştî rêz girtin ji canê şehîdên Mîkonûsê, pişikdarên wê rê û resmê, seredana gora şehîdan Dr. Qasimlo û kak Ebdulah Qadirî Azer kirin û tevî wan şehîdan peymana wefadariyê nû kirin.