Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma salvegera şehîkirina Dr. Şerefkendî û hevalên wî di bargeha polîtbîroya PDKÎ de bi rêve çû + Wêne

20:40 - 17 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Rêûresma 17’ê Îlonê, 22’emîn salvegera terora rêberê neteweyî û sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî li bargeha Deftera Siyasî a PDKÎ di bajarê Koyê de bi rêve çû.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, demijmêr 4 êvareya roja Çarşemî 17’ê Îlona 2014’an, rêûresmek bi hinceta 22’emîn salvegera terorkirina şehîdên Mîkonûsê ji aliyê rejîma Îslamî a Îranê de, bi pişikdariya mêhvan, endaman, kadr û pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bargeha Polîtbîroya PDKÎ de bi rêve çû.

Rêûresm bi xwendina marşa neteweyî a Ey Reqîb û ragirtina deqeyek bêdengî bo rêzgirtin ji şehîdên riya azadî û rizgarî û bi xasmanî şehîdên Mîkonûsê dest pê kir.

Piştre ji aliyê heyeta rêveberiya merasimên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ve bixêr hatina mêhvan û amadebûyan hat kirin.

Di pişka yekem a rêûresmê de, Hesen Şerefî cêgirê sekreterê giştî yê PDKÎ derheq bi terora Mîkonûsê û terorîzma dewletî a rejîma Îslamî a Îranê çend gotinek pêşkeş kir.

Herwiha di dirêjahiyê de stranekî şoreşgirane ji aliyê kora mûzîk a PDKÎ ve hat pêşkeş kirin.

Pexşanek bi navê Zamekî din ji aliyê Beyan Mêhfer ve, hat xwendin.

Di pişka din a rêûresma salvegera şehîkirina Dr. Şerefkendî û hevalên wî, peyama Yeketiya Jinan, Ciwanan û Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê ji aliyê Omîd Ebdî ve hat xwendin.

Paşan Cemal Fethî pêşmergê PDKÎ helbestek pêşkeş kir û rêûresm bi pêşkeş kirina sirûdek ji aliyê kora hunerî a PDKÎ ve, bi dawî hat.

Herwiha bi boneya 17’ê Îlonê û bi armanca bilind nirxandina yada şehîdên Mîkonûsê, kêberleyekî helatina Maraton bi pişikdariya pêşmergên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hat encam dan.