Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma vekirina kongireya sêyem a YJDKÎ bi rêve çû

15:33 - 1 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: Rêûresma vekirina kongireya Yeketiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê bi pişikdariya endmên fermî û endamên kongireya sêyem a YJDKÎ û herwuha mêhvanan, di Koyeyê de bi rêve çû.


Li gor raporta malpera Kurdistanmedia, roja Pênçîemî 1’ê Çileya Paşîn a 2014’an, rêûresma vekirina kongireya YJDKÎ bi rêve çû.
Merasima han bi marşa neteweyî a Ey Reqîb û ragirtina deqeyek bidengî bo rêzgirtin ji canê paqij yê şehîdên riya rizgariya Kurdistanê dest pê kir.
Piştre ji aliyê rêvebera rêûresmê ve û bi navê komîteya amadekariya kongirê ve bixêr hatina amadebûyan hat kirin.


Paşan peyama kongirê ji aliyê Hêro Celdiyan ve hat pêşkeşkirin.


Di pişka din a rêûresmê de Teymûr Mistefayî endamê Deftera Siyasî a PDKÎ peyama Polîtbîroya PDKÎ pêşkeş kir.
Kora mûzîk a PDKÎ di dirêjahiya merasimê de sirûdekî şoreşgirane pêşkeşê kongirê kir.


Peyama Nesrîn Qasimlo ji aliyê Kejal Neqşbendî ve hat xwandin. Û paşan peyama teşkîlata nehînî a Urmiyê bi nûnerayetiya teşkîlata hundirî YJDKÎ ve ji aliyê Kenêr Mêhfer ve hat xwandin.
Herwuha bi hinceta vekirina kongireya sêyem a YJKÎ Cebar Ehmed pexşanek pêşkeş kir.
Zîba Pîrozî, Nafîe Rehîmî, Cemîle Mohsîniye, Altun Sidaqet û Nîşteman Rûhanî endamên rêveberî ên pêşîn yê vê rêxistinê bûn ku ji aliyê sekretera giştî a YJDKÎ Êlham Çayîçî ve xelata rêzgirtin ji xebat û tekoşîn wan, hat dayîn.

Herwusa peyamên ku bo vê kongirê hatibûn amaje bi navê wan hat kirin.


Kar û çalakiyên YJDKÎ ku di navbera kongireya 2’em heta 3’em de, di dawiya rêûresmê de weke dekomêntarek hat nîşandan.