Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresmek bi boneya salvegera avakirina Komara Kurdistanê li welatê Brîtaniya bi rê ve çû

21:15 - 26 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanmedia: Komîteya giştî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li Birîtaniyê bi boneya bîranîna 21’ê Çileya Paşîna 70.emîn salroja avakirina Komara Kurdistanê rêûresmek li darxistin.

Roja Sêşemiyê 22’ê Çileya Paşîna 2016’an, ji bo bîranîna salroja avakirina Komara Kurdistanê, li bajarê Bîrmîngamî a welatê Birîtaniya yê, rêûresimek li darxistin.

Destpêka rêûresmê bi serûda neteweyî a “Ey Reqîb” û deqeyek bêdengî ji bo rêzgirtina ji riha pak a gişt şehîdên Kurd û Kurdistanê, dest bi karê xwe kir.

Piştre rapora giştî a Partiya Demokratê li Birîtaniya ji aliyê “Silêman Muradiyan” hate pêşkêşkirin.

Navbirî di raporê de, îşare bi saziyên sivîl yên di nav komarê de û çapkirina çendin rojname û kovarên cur bi cur di demeke kurt de, wek nîşaneya revşenbîrî û pêşkevtina komarê da zanîn.

Herwiha tîşk xiste ser bandorên komara Kurdistanê ji ser siyasetên parçeyên din yên Kurdistanê û her di vê derbarê de jî rola Partiya Demokrat a kurdistana Îranê wek mîratgiriya eslî a komara Kurdistanê bilind nirxand.

Beşa din a rêûresmê ku, axavtine derbarê pênaseya komar û sedemên pêkhatin û rûxana wê ku ji aliyê “Rambûd Lutfpûrî” ve hate pêşkêşkirin.

Di beşeke din a rêûresmê de, rapora komîteya jinan û ciwanan û xwendekaran, ji aliyê xaton “Meryem Rehmanî” ve hate pêşkêşkirin.