Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa Bakûrê Kurdistanê aloz e

19:43 - 25 Kanûna Paşîn 2016

Îdrîs Stwet

Heyamek e ku şer li Bakûra Kurdistanê di navbera hêzên PKK’ê û polîsên Turkiyê destpêkiriye û piroseya aşîtî di wî welatî de bandora xwe ji dest daye û hatiye hiloşandin.

Welatê Turkiyê PKK’ê weke terorîst dihesibîne û bi hinceta şer tevî terorîzmê bajar û bajarok û gûndên Kurdakincî ên Bakûra Kurdistanê mîlîtarîze kiriye. Di rastî de ev şerê ku di Bakûra Kurdistanê de heye, şerê PKK’ê û Turk nine, belkî şerê du neteweyên Kurd û Turk e ku bê goma zirarmendê sereke neteweya belengaz ya Kurd e ku him ji aliyê malî û him jî di warê canî de xisarê dibîne û mala Kurdan kawil dibe.

Li gorî amarên rêkxistiyên mafên mirov, ji despêka şer heya niha nêzîkî 250 kes ji leşkirên Turk û 280 kes jî Gerîlayên PKK’ê hatîne kuştin û zêdetir ji 375 kes ji xelkê sivîl jî hatîne kuştin û 750 kes jî birîndar bûne û bi hezaran kes jî aware bûne.

Niha di welatê Turkiye de hêza leşkerî bi ser siyaseta wî welatî de zale û roj tevî rojê jî rewşa Bakûra Kurdistanê aloztir dibe û siyaset weke mikanîzm bo rêveberiya welat û bo çareseriya arîşeyan bê encam maye û niha berdewam hêzên leşkerî ên Turkiyr operasyonan li deverên Kurdakincî encam didin û heya niha çendîn tawanên mezin encam dane ku heke ev tawan li her welatek din hatiban encamdan, wê weke karesat hatiba hesibandin, lê mixabin tawanên ku derheq bi Kurdan tên encamdan, di asta cîhanî de kêmtirîn rengvedan hebûye.

Êrîşên leşkirî û milîtarîzekirina deverên Bakûra Kurdistanê bûye sedem ku xelkê Kurd tu hêviyek bi pêşeroja bihevrejiyanê tevî neteweya Turk nemîne.

Di vê navberê de ne desthilatdarên Turk û ne jî berpirsyarên PKK’ê xwe ji hember rewşa niha bi berpirs nizanin û tu aliyek jî hewilê nade bo çareseriya rewşa niha ya Bakûra Kurdistanê û bêgoman berpirsyarê sereke li hemberî vê rewşê, dewleta Turk e.

Şik di vê de nine ku bona çareseriya pirsa Kurd di Turkiyê de, gerek mafê Kurdan bê dayîn, lê gerek PKK jî weke bizaveke rizgarîxwaz guherînkariyê di siyasetên xwe de encam bide. Di rastî de PKK’ê tu nexşerêyek bo pêşeroja xwe nine û her roj bi siyasetekî şaş derdikewe qada siyasetê û di vê navberê de jî, tenê gelê Kurd e ku baca siyasetên şaş ên PKK’ê dide.

PKK rojekî serbixweyiyê bo herçar parçên Kurdistanê dixwaze û roja din serbixweyiyî ret dike, rojekî şer radigehîne û roja din jî dirêje bi piroseya aşîtiyê dide, serbarê wan siyasetan jî, destêwerdanê di hemû beşên din ên Kurdistanê de dike û gelek caran jî bi awayek fermî dijberiyê partiyên din ên Kurdî dike.
Ev şerê ku niha di Bakûra Kurdistanê de heye beşek vedigere bo siyasetên şaş ên PKK’ê û beşeke din jî vedigere bo siyasetên dewletên dîktator ên herêmê û, mixabin welatên zilhêz ên cîhanê jî tu siyasetek zelal li hemberî Bekûrê Kurdistanê nine û, eva jî vedigere ser pêwendiyên bingehîn tevî wan welatan ku, xwediyê welat in û, dewletên bihêz ên cîhanê naxwazin sîstema coxrafiyayî ya Rojhelata Navîn biguherin û, eva jî bûye sedem ku neteweya Kurd weke alav bê bikaranîn.

Di rastî de berdewamiya arîşe û aloziyên Bakûra Kurdistanê ne bi qezencê gelê Kurd e û ne jî bi qezencê dewleta Turk e, belkî take rêya çareseriya pirsa Kurd, diyalog e û, bi şer û pevçûn û kuştina hevdu, tu yek ji wan du aliyan nagihîjin tu encamekê.
yekxistina mala Kurdan rêçareya pirsgirêkên neteweya Kurd e û, Heya vê rojê ku bizava rizgarîxwaziya Kurd yekgirtî nebe, Kurd xwedî helwesta xwe nebe, xwedî pilan û pirojeya xwe nebe, wê di siyasetê de her wusa bimîne ku niha heye.