Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa girtiyên siyasî yên di girtîgehên Îranê de nebaş e

21:23 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: Rêxisitna Lêborîna Navnetewî ragehand ku, rejîma Îranê îmkant û hewcehiyên pizîşkî nade girtiyên siyasî ên nexweş, lewra rewşa saxlemiya wan girtiyan, nebaş e û cihê nîgeraniyê ye.

Li gorî raporên belav bûyî, Rêxisitina Lêborîna navnetewî di rapora xwe ya roja Duşemiyê berwarê 18’ê Temûzaa 2016’an de, lidor rewşa girtiyên siyasî ên di girtîgehên rejîma Îranê de, hoşdarî da û ragehand ku, rejîma Îslamî ya Îranê, bi nedana dermanên hewce, rewşa saxlemiya girtiyên siyasî yên nexweş, xistiye metrsiyê de, û niha leşê wan tûşî bêhêziyeke berdewam hatiye û rastî nesaxî û pirsgirêkên bê çareser hatine.

Rêxisitna Lêborîna Navnetewî di rapora nû a xwe de eşkerekiriye ku, hinek belge di destê wan de hene ku vê yekê nîşandidin, dezgehên dadveriya rejîma Îranê, bi taybetî ofîsên dozgeriyan, îdareyên girtîgehan, bi bizanebûn rê ji dana dermanên pizîşkî, bi girtiyên siyasî yên nexweş re girtine,vê yekî weke cure îşkenceyekî bikar tînin.

Fîlîp Lutêr, berpirsê beşa Rojhilata Navîn û Bakûrê Aferîqa ya Rêxstina Lêborîna Navnetewî dibêje ku, rejîma Îranê nexweşiyên girtiyên siyasî û înkarkirina rewşa xirab ya saxlemiya wan, weke dîl di giritîgehê de bikar tîne.

Navbirî tekez kiriye ku destpêregiheştin bi îmkanatên dermanî û pizîşkî, yek ji xalên bingehîn di yasayên navnetewî de ne, û heman xal di yasaya rejîma Îranê de jî, cih girtiye û hatiye pejrandin, lê rêgirî ji destpêregiheştin bi derman û îmkanatên pizîşkî di girtîgehên rejîma îslamî ya Îranê de, weke îşkence tê hesbandin.

Hêjayê gotinê ye ku, di vê raporê de îşare bi 18 xelan hatiye kirin ku, îsbat dike ku rewşa saxlemiya wan girtiyan, gelek xirab e.

Zêyneb Celaliyan yek ji wan girtiyên siyasî ye ku, ji ber îşkence kirinê ronahiya çavên xwe ji dest daye.