Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa saxlemiya girtiyekî siyasî yê Ereb ku bi darvekirinê hatiye mehkûm kirin, nebaşe

13:09 - 17 Kanûna Paşîn 2013

Kurdistanmedia: malbata Hadî Raşîdî girtiyê siyasî yê Ereb ku bi darvekirinê hatiye mehkûm kirin, li rewşa saxlemiya navhatî nigeranin.

Çelengên Mafên Mirovên Erebên Ehwazê bilav kirin, Hadî Raşîdî li gor biriyara pizîşkan, dermanê taybet xwarine û niha ev dermanane pê nahên dan û çendîn car li mirinê nêzîk bûye.

Hadî Raşîdî kurê Mîr Hemze li sala 1352’an de ji dayîk bûye û akinciyê şeristana Xelîfe (Ramşîr) û herweha xwediyê nasnama Karuliyosî “Şîmî Kaburdî”ye û weke mamustaê qutabxana debîristana mijûlê ders gutinê bû.

Ev hevwelatiye nexweşiya dil heye û her seba vê nexweşiyê li serbaziyê muaf bûye.

Hadî Raşîdî 28’ê Şibat a 2012’an ji aliyê Wezareta Îttilata bajarê Ehwazê het girtin û li leqa dadweriya înqilaba Ehwazê bi sûça dijayetî tewî xwedê û herweha piropagende li dijî rejima Îslamî a Îranê, tewî çend hevalên xwe ên bi navên: Haşim Şeibanî Nijad, Seîd Muxtar Elbuşûke, Seîd Bayr Elbuşûke û Mihemed Elî Imerînijad mehkûm bi darvekirinê bûn.