Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa saxlemiya Sê keçên dersxwanên yê Şînawê nebaş e

14:08 - 4 Kanûna Paşîn 2013

Kurdistanmedia: Rewşa saxlemiya hinek derxwanên bûyara gundê Şînawê ku rêkiribûne nexweşxana Meşhed û Îsfehanê, baş nine.

Heya a niha 12 derxwanên bûyara agirgirtina debistana Şînawê a li Pîranşehrê bi sedema kûrbûna birînên wan rêkirine nexweşxanên Tewrêz, Meşhed û Îsfehanê.

Firêydûn Abidînî berpirsê nexweşxana Îsfehanê bi nûçegehaniya “Xwendekarên Îranê” ragehand, du kes ji derxwanan tûşî îfaneta dil û gorçîkan bûne û tendurustiya wan baş nine.

Vî pizişkî eşkere kir, ew derxwanan li dema ragirtina wan li nexweşxana Tewrêzê bi mebesta çareseriya pizişkî, bi alavên kevn hatine dermankirin, lewra niha tûşî vî halî bûne.

Abidînî axivî: Bo derman kirina van şevitîane mifa ji Bitadîn û Pomadê werigirtine, lê li gorî zanista niha ya serdem a pizişkî bo şevitandina bi pileyekî zor,ew ne goncaw in.

Firêyîdûn Abidînî li ser vê bawerê ye, ku hewce bû li despêkê de hinek derxwanan neştergeriya van bihata kirin û di dema 24 demjimêran de laşê van ji pêstê şewitî bihata paqijkirin û hekî ev kar bikirina di demekî kêm de tendurustiya vana wê baştir diba.

Sibêdeya roja 5’ê Çileya Pêşîn a 2012’an seba agirgirtina soba a pola çer a destpêkî a debistana gundê “Şînawê” li Pîranşehrê, 37 dersxwan têde bûne qorbanî.

Li vê demê de heya niha du derxwan canê xwe ji dest dane û saxlemiya beşek ji dersxwanên şewitî ne başe.
piştî derbasbûna mehekê bi ser vê bûyarê, heya niha tu nawendên fermî yên rejîma Îranê hazir nebûne bersîva qurbaniyan û malbatên wan bidin.