Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşek wijdanhejên

15:00 - 7 Tebax 2012

Rewşek wijdanhejên


Dara Natiq

Pêvjoya destbiserkirin, girtin û hepsîkirina cudahizr û azadîxwazên welatê me bi giştî û bitaybet tepeserkirin û qirkirina xelkê bêsûç yê Kurd û zext û givaşên ser çalakvanên siyasî û sivîl û fetisandina her cure dengekî azad û serbixwe di Kurdistanê de, ji aliyê saziyên ewlehî û tepeserkar yên rejîma azadîkuj a Komara Îslamî, weke siyaset û armanca bingehîn a vê rejîmê, bi mêtod û awayên cur bi cur herwisan didome.

Rejîma melayan bitaybetî piştî meş û serhildana gelên azadîxwaz yê herêmê û hiloşîna yek li dîv yek a koşka dîktatoran û bi encam gehîştina îradeya mafxwazane a xelkê zulimjêkiriye wan welatan, li her derfetekê bo dirkandina seha nerazîbûna xwe bi dijî vê rejîmê mifahê werdigirin, rewş û zirûfek polîsî bi ser welêt û bitaybetî netewên bindest de piraktîze kiriye.

Bi awayek ku pêka amarên tomar kirî di navenda amar a ajansa nûçegihaniya Kurdpa: tenê di heyva pûşper a îsal de, li herêmên kurdakincî yên Îranê, 78 hevwelatiyên Kurd, ji aliyê hêzên nizamî û evlehî yên rejîmê ve, bi sûçên weke çalakiyên siyasî, ferhengî û mafê mirov, hatine destbiser kirin. Le heyamê zêdetir ji 100 rojên borî de, nizîk bi 270 sal zîndanî kirin di bin navê ‘pirsa emniyetî’ bi ser zêdetir ji 50’î hevwelatiyên Kurd re hatiye sepandin.

Sepandina hikmê darvekirinê bi ser parek ji zîndaniyên siyasî û pêlên vê dawiyê yên îdaman bi hincetên têkdana tenahiya welêt, îşkencekirin û zirûfa aloz û nebaş a hepsiyên siyasî, nedana morexesiyê, qutkirina hevdîtina hepsiyan tevî malbatên xwe, riftara nebaş û kirêt a zîndaniyan li hember bendiyan de û bitaybetî girevgirtina vê dawiyê a babê mafê mirov yê Kurdistanê û sembol berxwedana nava çalereşên rejîmê, Mihemed Sidîq Kebûdwend, car din nigeranî û nerazîbûna raya giştî a cîhanê bidûv re bû.

Civaka Navneteweyî û tev saziyên mafê mirov, serbarê şermezarkirina kiryarên dijî mirovî û bitaybetî zirûfa nebaş û wîjdanhejên a zîndaniyên siyasî di Îranê de, daxwazkarê azadkirina tev zîndaniyên siyas û bitaybetî azadkirina Kebûdwend, sembol û hêmaya xweragirî a nava girtîgehên Komara Îslamî bûn.

Bêşik rejîma dîktator û mirovkuj a Komara Îslamî, bi domandina siyaseta tepeserkirin, girtin û kuştina azadîxwazên welatê me, dixwaze rewşek bitirs di nava civakê de çê bike û bi wî awayî pêşî ji îradeya mafxwazane a gelên Îranê bigre û bi xeyala xwe, pirîşkên meş û serhildanên herêmê ku dê rojekê pêsiya wan jî bigre, li xwe dûr bixin.

Lê bi xweşî ve xelkê zulimjêkirî û azadîxwazên yê welatê me, di heyamê zêdetir ji sê dehikan li domandina siyaseta tepeserkirin û kuştina, dane eyankirinê ku bi berxwedan û îradeyek bilind û xebata berdewam a xwe, heya gihîştin bi azadî û hiloşîna Komara Îslamî û anîneserkar a hikûmetek gelî û demokratîk yê tekoşîna xwe bidomînin.