Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rikeberiya Ramnî – Obama

01:45 - 6 Hezîran 2012

Riza teqîzade

W: Arîn

Rola Îranê li diyarîkirina serkevtiyê hilbijatinê de
Piştî birêveçûna hilbijartinên navxweyî ên Komarîxwazan li dawîn Wilayetê de (Tegzas), Mît Ramnî hejmara nûnerên xwe li pêşbaziyên hilbijartinê de ji hejmara hewce a 1144’an derbas kir û çarenivîsa berbijarê Komarîxwazan bona rikeberiya bi Obama re li meha novamberê de diyarî kir.

Ramnî niha mil bi milê Obama li pêşbaziya hilbijartinê de ye û xwedî şansek baş e bona derbasbûna bi Koşka Sipî re.

Li çend heftiyên tê û berî birêveçûna Kongireya Komarîxwazan li meha tê de, Ramnî serbarê beşdarî kirin li merasîmên komkirina alîkariyên malî de, wê parek ji dema xwe bi got û bêjên bi hin kesatiyan re terxan bike ku bi armanca vedîtin û diyarîkirina kesatiyekê re terxan bike ku weke cihgir, hevrêtiya wî bike.

Ramnî hikûmeta Obama bi kêmkarî û derengî li afirandina kar û vegeşandinê li warên berhemanîn û ticaretê de tometbar dike û soz dide ku li egera serketina bo posta serkomariyê de, rola rêberiya Amerîka li cîhanê de carek din misoger bike.

Yek ji pirsgirêkên mezin ên dengderên muhafizekar ên Amerîkayî bi Mît Ramnî re eve ku ew, wî bi qasê hewce li hêla xwe de nabînin.

Lê karnameya Ramnî li posta fermandariya Wilayeta Masaçosêt, karnameyek serketî ye. Ramnî li sala 2002 heya 2006’an li berpirsatiya fermandariyê de karî ji riya kêmkirina hezîneyan, 1.5 bîlyon dolar ji bûtceya kêmhatî(kesrî) a Masaçosêtê vegerîne û serkevtî be. Wî herweha li sala 2008’an de yasaya kar û barên civakî û herweha Bîme dermaniya wilayeta Masaçosêt pejirand û li dema xwe de xiste warê piratîk ve.

Berbijarê partiya Komarîxwaz bona ber bi rû bûna bi Obama li hilbijartina dahatî de, ji piştewaniya şirketên neftî û parek berbiçav ji kompaniyên berhemanîn û bazerganiya Amerîka re bi mifah e.

Derheq siyaseta derveyî, Ramnî dijberê dayîna meydanê bi Rûsiyê û vekirî hiştina destê Potîn bona desttêwerdan li nava kar û barên Rojhilata Navîn de ye. Derheq Îranê jî wî gef xwariye ku bi armanca sekinandina pirogramên navikî ên rejîma Komara Îslamî dê ji hêza leşkirî mifah bistîne.

Ramnî li mehên derbasbûyî de çendîn caran êrîş kire ser Obama ku li hemberî Komara Îslamî de nermiyê nîşan dide. Gotinên çend roj berî niha ên Paneta, Wezîrê berevaniya Amerîkayê jî li dor amadebûna terhê êrîşa leşkirî li dijî Îranê li rastî de dubare kirina xwastên Mît Ramnî ye ku li meha Mars a borî de tekez kiribû ku dewleta Amerîka li dor mifahstandina ji bijardeya leşkirî li dijî Îranê xemsarî kiriye.

Herweha li xala beramberî Komara Îslamî de Ramnî li ser vê baweriyê ye ku dewleta Obama li piştewanî kirina ji Îsraîlê bi qasê hewce micid nebûye. Hikûmeta niha ya Îsraîlê jî, Ramnî wekî serkomar bi ser Obama re tercîh dide. Herweha Natanyaho jî li derfetên cur bi cur de pesna Ramnî kiriye.

Ramnî li van rojên pêşber de bi armanca hevdîtin û got û bêjên bi rêberên Îsraîlê re dê sefera wî welatî bike. Herweha li dîdara xwe ya dawîn de jî bo Amerîkayê, Natanyaho derfeta dîtina Ramnî ji dest neda.

Obama li rewşa niha de dijberê tevlîbûna Amerîka bi şerek nexwastî li dijî Îranê ye. Lê li egera paremana ji berbijarê Komarîxwazan û li xeter dîtina şansê xwe bo serkomariya dubare, renge beşdarîkirin li êrîşek leşkirî a berteng li dijî Îranê bi teyîsîna çirayê bextê xwe bibîne.