Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Riswayiya rejîmê\\ Behrînê ji Îranê xwast ku daxwaza lêborînê seba “çewaşekirin”a gotara Mursî kir

15:02 - 2 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Wezareta Derve a Behrînê Kardarê Balyozxaneya rejîma Îranê gazî kir û seba “çewaşekirin”a axaftinên Serokkomarê Misrê û anîna navê “Behrîn”ê li cihê “Sûriyê” ji aliyê wergêr ve, nerazîtî nîşan da û ji rejîma Îranê xwast ku daxwaza lêborînê bike.


Li gor rapora malpera “Radiofarda”, Wezareta Derve a Behrînê di daxuyaniyekê de ku “Ehmed Elezîz Amir” Birêveberê Giştî yê Kar û Barên Dever û Şêvra Alîkariyê yê Wezareta Derve a Behrînê, bi gazîkirina Kardarê Balyozxaneya rejîma Îranê li “Mename”, nerazîtiya welatê xwe seba “Çewaşekirin”a axaftina Mihemed Mursî Serokkomarê Misrê ji aliyê wergêrê telefîzyonî yê rejîmê ve ku li cihê “Sûriyê” navê “Behrîn” ê anîbû, bi wî ragihand û ji rejîma Îranê xwast ku daxwaza lêborînê bike.
Nerazîtiya han seba guhertina axaftina Mihemed Mursî ji aliyê wergêrê rerjîma Îranê ve di civîna welatên bêalî li Tehranê de bûye.
Welatê Behrînê ji rejîma Îranê xwaastiye ku daxwaza lêborînê bike û kiryarên hewce di wê derheqê de bigre pêş, çimku riftara han zirar li “pêwendiyên dostane û birayane” ên navbera Behrîn û Misrê daye.
Di beşek din a axaftina Mihemed Mursî de ku gotibû: Vêtokirina birryarnameya Şêvra Ewlehiyê a “NY” di warê Sûriyê de ji aliyê Rûsiye û Çînê ve, destên Şêvra Ewlehiyê ji bo rohnkirin û çareseriya birsa Sûriyê kurt kir”, wergêrê televîzyona rejîma Îranê bi wî awayî wergeran kir û got: Vêtoyê destên Şêvra Ewlehiyê ji bo rohnkirin û çareseriya kirîza guhertinên xelkî kurt kir”.
Di doma axaftina xwe de dema ku Mijemed Mursî got: “Em bi xelkê Sûriyê re li dijî nîzama zulm û tepeserkar piştevaniya xwe nîşan didin”, wergêr got: “Em hêviya maneva nîzama Sûriyê bi hebûna piştevaniya xelkê dixwazin”.
“Mihemed Şoman” Mamostayê Pêwendiyên Zanîngeha Misr û Elcezîre gotiye: “Eva şaşî nebû, belkî riswayiyek ragihandinî, exlaqî û siyasî bû. Bûyera han, nîşanderê riftara bernamedarêtî ji bo berxarkirin “çewaşekirin”a têgihîştin û raya giştî di hundirî Îranê de ye”.