Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Riya koşka «Heliopolis» bo girtîgeha «Tora»

00:24 - 24 Hezîran 2012

Ebdula Hicab

Serokkomarê Misrê Husnî Mubarek ku heya buhara sala 2011’an bi asûdeyî li koşka Heliopolis ya dîrokiye Qahirê de dijiya û pilana berguhêzkirina deselatê ji bo kurê xwe dikir, di dawiya jiyana xwe de kete quncikê girtîgehê.

Deselatdarê ku 30 salan bi dilê xwe, bi piştgiriya artêşê, bêy ku guh bide raya giştî an ji wê bifikire ka xelkê Misrê çawan dijîn û çi difikirin, bi darbestê ji nexweşxaneyê re birin dadgehê û li wir wî bi bêdengî guh da biryara li ser qedera xwe. Biryarek ku koşka xeyalên wî hilweşand û xala dawî danî pêşiya şêweya deselatdariya takekesî li welatê Misrê.
Roja şemî, 02.06.2012 Dadgeha Qahirê bi biryara xwe ya dîrokî berê serokkomarê pêşîne Welat Husnî Mubarek da girtîgeha «Tora». Li gor biryara dadgehê Mubarek ji ber ku di dema deselatdariyê de çarçoveya deselata serokkomar bi xirabî bikar aniye, gendelî kiriye û di dawiyê de jî bûye hegerê kuştina mirovan dibe heya dawiya jiyana xwe di quncê girtîgehê de razê. Bi serokkomarê pêşîn re wezîrê karê hundir, Hebîb El-Adilî jî bi girtina hetahetayê hate ceza kirin. Lê karbidestên payebilinde dine serdema deseltdariya Mubarek, bi her du kurên wî Cemal û Ela re, bê tawan hatin dîtin û bi biryara dadgehê hatine berdan.

Cezaya Mubarek li gor tawanên wî be an ne, giran be an sivik,
dadperwerane be an alîgirane û li derveyî çarçoveya dadê mijarek zagoniye û di çarçoveya mafê Tak de dikare were şirove kirin. Lê biryara dadgehê di varê siyasî de biryarek dîrokî bû û nîşan da ku deselatdarî dikare û pêwîste were bi sînûr kirin û deselatdar pêwîste di hember kiryar û biryarên xwe de berpirsyar bin û bersivê bidin.
Biryara dadgeha Qahirê di wê çarçoveyê de sîgnalek mezin bû ji deselatdarên nûye welat û dîktatorên Rojhilata Navîn re ku dibe rojekê, heta di çarçoveya sîstemên nedemokraîk de jî, dewr were guhertin. Bi awayekê ku heta di çarçoveya sîstemên îro de jî deselatdar dikarin bêne neçar kirin ku hem di dema deselatê de û hem jî piştî deselatdariyê li hember kiryarên xwe û şêweya deselatdariyê berpirsiyar bin û berivê bidin.

Misir di nava welatên Erebî de xwediyê stastuyek cuda û ya taybete. Her çend welat kultûra demokrasiyê nîne û sîstema siyasiye welat ji sîstemên antîdemokratîke dine herêma Rojhilata Navîn ne zêde cuda ye, lê olîgarşiya artêşiye deselatdar ji ber rewşa ewlekariya welat pitir xwe girêdayî û muhtacî xelkê didît heya arîstokrasiya ku li welatên dine Erebî deselatdare. Ew şêweya deselatê hinekê rê dida ku carna çarçoveya olîgarşiya deselatdar vebe û hin xwîna nû bikeve demarên deselatdaran. Ne dûr e ku ev rewş bibe heger ku artêş heta dawî bê qeyd û merc girêdayî serokkomar nebe. Lewma jî dema Husnî Mubarek, ku hem raburdûyek leşkerî heye û hem jî bi piştgiriya artêşê hatibû ser kar, li hember xwepîşanderên guhertinxwaz sekinî, artêşê pişta xwe da wî. Dema artêşê pişta xwe dayê êdî Mubarek jî neçar ma ku stuyê xwe li hember xwepîşanderan xwar bike û ji koşka serokkomariyê derkeve.

Bûyera guherîna deselatê, bêy ku sîstema siyasiye welat bê guhertin, Misir xiste rojeva cîhana Erebî û ev hêvî xurt kir ku şoreşa welatên Erebî wê bê xwînrijandina zêde ber bi guhertinên bingehîn li Rojhilata Navîn ve here. Guherîna deselatê her wisan hêz da serhildanên li hember dîktatoriyê û baweriyek wisan çê kir ku wê pêla demokrasiyê berê xwe bide welatên Erebî. Beriya Misrê, guhertina deselatê li Tûnis û pişt re jî li Yemen dikarîn bibin mînakek baş ji guhertinên siyasî re ku di wan de alozî û tundu tîjî heye qederekê hate sînûrdar kirin. Lê rewşa Lîbiya û niha jî bûyerên Sûriyê li hember wê pêvajoyê bûne asteng.

Tu guman nîne ya bû heger ku tundûtîjiya li Misrê bê sînûrdar kirin helwêsta artêşê bû ku her li rojên destpêka serhildanan ve sîgnal da wê di aloziya welat de xwe bêalî biparêze. Ev helwêst weke piştberdana Mubarek hate temaşe kirin û rewş li ser qazanca serhildanan guherand. Ji ber ku artêşa Misrê ji dema serxwebûna welat ve heya niha her dem xwediyê gotina sereke di biryarên siyasiye welat de bûye.

Dîroka deselatdariya artêşiye Misrê diçe ser sala 1952 dema ku artêşê Melik Farûq neçar kir dest ji paşatiyê berde û serokatiya welat bide destê kurê xwe yê genc, Fouadê Duyemîn. Lê deselata Fouad pir nedomand û havîna sala 1953 general Muhemde Neqîb deselata paşatiyê bi dawî anî û Komara Misrê damezirand. Generalê damezirênerê Komarê jî pir li ser text nema û sala pişt re (1954) neçar ma ciyê xwe bide general Ebdul Nasir ku mîmarê serekeye serhildana sala 1952 li dijî rêjîma paşatiyê li Misrê bû. Nasir bi alîkariya artêşê heya dema mirina xwe li sala 1970 bi gelek bûyer û astengiyan re rûbirû bû. Şerê 1956 li ser kanala Suêz bi Îsraîl, Birîtaniya Mezin û Feranse re, damezirandinda Komara Yekgirtiye Erebî bi Sûriye û Yemenê re ku sala 1958 heya 1961 jiya, şerê 6 roje bi Îsraîlê re li sala 1967 û bi wan bûyeran re jî pêşvebirina rêbaza nasyonalîzma Erebî rêz û hurmeta Nasir û bi giştî artêşa Misrê di nava civakê de bilind kir.

Lê di rastiyê de şerê bi Îsraîlê re zêde bawerî da xelkê Misrê ku rola artêşê di birêvebirina welat de çi qas giringe. Di gel ku artêşa Misrê li hember artêşa bi hejmar ji xwe biçûktire Îsraîlê di hemû şeran de her şikest dixwar, lê xelkê Misrê pişta artêşê bernedan.

Piştî mirina Nasir li sala 1970 dubare artêş xwediyê biryara sereke li Misrê bû. Her artêş bû ku generalek nû, general Enwer Sadat kire cîgirê Nasir. Dema sala 1981 Enwer Sadat ji aliyê mîlîtanek tundreve îslamî ve hate kuştin, dubare artêşê generlak din, wê carê Husnî Mubarek anî ser kar.
Mubarek li ser riya Sadat berdewam bû, lê xwe ji şer bi Îsraîlê re parast. Wî ji şer bi der, rêbaza aştî û lihevhatinê girte pêş û asta pêwendiyên navbera Misr û Îsraîlê gîhande pêwendiyên asaiye dîplomatîk. Ew siyaset bû heger ku Amerîka bi çavek erênî temaşey Mubarek û deselata artêşa Misrê bike û beşek giring ji mesref û çûnederên artêşa Misrê bide ser milê xwe.
Ew pêwendiyên germ heya dema ku Mubarek ji kar hate avêtina (11.02.2011) her berdewam bûn.
Di gel ku Mubarek u artêşa Misrê metirsiya şer li ser Misrê rakirin, ewlekarî anîn welat û aramiyek di civaka Misrê de ava kirin, xelkê Misrê hêdî hêdî baweriya xwe bi sîstemê û deselatdaran ji dest dan. Nebûna demokrasî, gendeliya siyasî u birêveberiyê, belengazî û desttengiya bê sînûr di civakê de ji aliyekê ve û hewlên Mubarek ji bo xurt kirina bingeha deselata xwe bi riya kurê xwe re nerizayetiya civakê li hember desleatê gîhand asta teqînê. Serhildanên li Tûnis ji xelkê Misrê re jî bû çavkaniya hêz û hêviyê. Di destpêka sala 2011 de pêla dijberiya bi Mubarek re piraniya Misrê girt û di demek kin de gorepana Tehrîr li Qahîre bû navneda serhildana li hember Mubarek.
Di gel ku deselatê di serî de bi awayek tund bi xwepîşandanan re danustan kir, lê bêmeyliya artêşê ji bo piştgirtina bê sînûr li Mubarek rewş bi qazanca serhildanê guherî. Qurbaniyên serhildana Misrê li gor rewşên weke wê serhildanê di welatên dine herêmê de kêmtir bûn. Serhildan di demek ne zêde dirêj de bû heger ku deselata 50 saleye artêşê xwe bide paş û soza hilbijartina vekirî bide.
Piştî ku Mubarek ji kar hate avêtin, berevajiyê kultûra siyasiye li welatên Erebî û welatên dine Rojhilata Navîn, ev û malbata wî li welatê xwe man, yan renge derfeta reva ji welat neket destê wan. Heger çi be, lê Mubarek û malbata wî neçar man stuyê xwe ji ber biryara dadgehê xwar bikin û weke her bergumanek tawanbariyê yên din derkevin pêşberî dadgehê. Ev bûyer ji bo xelkê Misrê û kultûra siyasiye ku ji niha û pêve xwe digre dikare bibe dersek dîrokî û bandorê li ser şêweya deselatdariyê danê.
Mubarek rojên dawiya jiyana xwe eger di girtîgehê de jî derbas neke, wê ew biryar di dîroka Misrê de şopa xwe danê. Biryara dadgehê nîşan da ku êdî ne take dîktator û ne jî olîgarşiya berteng, heta eger bi piştgiriya artêşê u bi hêza çekdar be jî wê nikarin ji niha û pêve bê minet deselata xwe berdewam bikin. Roja jê pirsînê wê her bê û wê qirka wan re bigre ku bê guhdana daxwaza xelkê deselatdariyê dikin.