Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Riya şandina çek û teqemeniyan bo Hemasê

14:47 - 11 Kanûna pêşîn 2012

W: Kamyar

Rojnameya Lubnanî ya Elexbar di raporeke xwe de bas ji vê yekê dike ku Girûpa Felestîniya Hemas li kertê Xezê çawan çek û teqemeniyên xwe dabîn dike û herweha rola rejîma Îranê derheq vê yekê dixe ber bas.
şerê ku di navbera Îsraîl û kertê Xezê de çê bû, di warê leşkerî û îtilaatî ve pir giran bû, lê Îsraîlê nekarî bi tewahî riya anîna çek û teqemeniyan bo Kertê Xezê bigire. Jiber vê ku Felestîniyan di çend rojên derbasbûyî de karîbûn ku hijmarek zaf ji mûşekên dûrhavêj ji Hizbulahê wergire û di vê navberê de pirsa şandina çek û teqemenîan ji aliyê rejîma Îranê ve berdewam bû.
Despêka şandina çek û teqemenîan bo Kertê Xezê di çend rojên borî de, Îran û Benderên Sûriyê bûn. Piştî wê ji wan du cihan çek û teqemenî bi welatê Sûdanê re dihatn şandin û paşan li riya Herêma Sîna li Misrê, digehandin Kertê Xezê.
sitratijiya şandina çek û teqemeniyan bo Felestînê, herdem hatiye eşkerekirin, lê serdemê herî berçav ya vê dehsalên 90’î ne ku, Hizbullaha Lubnanê biryar da ku yekîneya taybet bi şandina çek û teqemenîan ava bike. Di wan salan de seba pêkanîna rewşa tund ya ewlehî di Welatên Ordun û Misrê de, şandina çek bo Xezê pir zehmet bû, bi avayekê ku şandina bi tenê yek Xumpareya sivik weke deskevtek mezin dihat hesibandin. Hizbulahê di wan salan de karî ku şandina çekan bo Xezê ber bi zêdebûnê ve bibe, lê Artêşa Îsraîlê gelek zûtir ji hebûna kanalên qaçaxa çekan bi vê herêmê hatibû haydarkirin û karî ku, gelek ji wan kesên ku di pêvajoya şandin û qaçaxa çek û teqemenîan bo Kertê Xezê dest hebûn ji nav bibe.
Piştî derketina Îsraîlê ji Kertê Xezê di sala 2005’an de, aliyên siyasî ên Felestînê dest avêtin pirçekkirina xwe, lê dewletên Ordon û Misr arîşeya herî mezin bûn li ser riya anîna çekan bo Kertê Xezê. Çûnkî sînorên hevpar digel Felestînê ji aliyê wan ve dihat kontrolkirin. Lewma kanalek peywendî girtinê ya hewpar li navbera Sipaha Pasdarên Komara Îslamî, artêşa Sûriyê, Hizbula û Hemasê bo dabînkirina çekan bi Felestînê re hat avakirin.

Di Felestînê de baskên weke Cehada Îslamî, Eniya xelkî ya Azadîxwaz a Felestînê, beşek ji endamên Şehîdên Eleqsa, hêzên Selahedîn û herweha Fermandariya Eniya Xelkî a Azadîbexş Felestînê jî, girûpên beşdar di kanala peywendiyê de bûn.
Ji sala 2005\'an ve heya niha, yekîneya şandina çekan, karîne ku her cure çekên sivik û giran, Xompare, Mûşekên Dûravêj û nêzîkawêj, teqemenî û alavên çêkirina rakêt û bombeyan bigehînin Kertê Xezê. Wan yekîneyan hewla şandina bi sedan balafirên şer ji Xezê bo Îran û Sûriyê dane û herweha hêzên Felestînê di wan du dewletan de taktîkên leşkirî û şêwaza bikaranîna keresteyên leşkerî ên taybet ên dije tank û dije balafir hîn bûn.