Kurdistan Media: Komîsyona Siyasî Nîzamî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ji raya giştî re daxuyaniyek weşand.
Deqa daxuyaniyê bi vî awayî ye:
Li gor daxuyaniyekê ku fermanderiya biryargeha Nawendî ya Parastina Gel (NPG) weşandiye, mixabin gerîlayekî ser bi vê biryargehê li devera “KizilKend” a ser bi bajarê Selmasê ve, rastî teqeya kes yan kesên nenaskirî hatiye û canê xwe ji dest daye.
Komîsyona siyasî nîzamî a PDKÎ, kuştina her şoreşvanek kurd bi destê her kes û aliyekê re pirotesto û şermezar dike û dide zanîn ku tu tîm yan gurûpek girêdayî PDKÎ li wê deverê de nine û kiryara han, pîlan û kumpiloyek e ku bêguman destê dujminên kurdan têde heye û bi vî awayî dixwazin di neqeba hêzên kurdî de, guman, netifaqî û dubendiyan biafirînin.
Hewce ye ku em tev aliyek hişyarê van pîlan û dek û dolaban bin û nekevine daviv û telika pîlangeriya dujminan.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Komîsyona Siyasî Nizamî
30’ê Gulana 2015’an
9’ê cozerdana 1394’an a Rojî