Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja Cîhanî a kedkaran û rewşa wan di Îranê de

20:29 - 7 Gulan 2012

Arif Velzî

Di despêka meha May a sala 1886 an de, kedkarên Amerîkayê seba Xirabiya rewşa kar û herweha daxwaza avakirina binyad û yekîtiyên kirêkarî di welatê xwe de, xwenîşandanek berfireh rêxistin ku pêlên wê seranserê Amerîkayê xiste bin bandora xwe.

Di roja çarem a xwenîşandanê de, polîsê Amerîkayê li bajarê Şîkago yê ku nêzîk bi 90 Hezar kes têde beşdar bûn, destrêjî kir ser xelkê nerazî û di encam de gelek kuştî û birîndar lê ketin û herweha çend kes ji rêberên xwenîşanderan jî, ji aliyê Dadgeha Amerîkayê bi cezayê îdamê hatin mehkûm kirin. Piştî derbasbûna sê salan bi ser wê bûyerê de, wate di sala 1889an de, û li ser daxwaz û pêşniyara nûnerên kirêkarên Amerîkayê, Kongireya Navnetewî li Parîsê, despêka meha May, wate 12ê Meha Banemerê weke roja kedkarên cîhanê hilbijartin. Piştî biryara Kongireya Navnetewî, di gelek welatên cîhanê de, salvegera bûyera Şîkagoyê tê bîranîn.

Di reweşek weha da ku li piraniya welatên cîhanê û ji aliyê hemû rêxistin û binyadên kirêkarî ve, hewil tê dan ku jiyana kedkaran weke texa herî zehmetkêş ya civakê bihê başkirin, berpirsyarê Maliye kedkarên Îranê ragehand ku tenê di sala derbasbûyî de, 100 hezar kirêkar di yekîneyên berhemanînê de, li ser kar hatine avêtin û bi vê çendê jî jiyana wan ber bi reweşek aloztir û nediyar ve diçe. Navbirî nirxa bêkariya jinan di Îranê de, du hemberî mêran da zanîn. Eve jî dibe sebeb ku jin bikewin bin bandora diyardeyên xirab ên civakî, yan jî bi tenê mijûlî karûbarên malbat û xwedî kirina zarokan bin.

Serbarê helawsan û giraniya bazarên Îranê gelek gefên din weke nebûna asayîşa karî, kar kirina qerardadî, paremana heqdestan, nebûna bîmeya kar û …., Jiyana kirêkaran xistiye bin bandora xwe.
Yekî din ji arîşeyên kirêkaran di Îranê de ku dibe sebeba xirab bûna jiyan û binpêkirina mafên herî despêkî ên wan, nebûna sazî û rêxistn û binyadên taybet bi kedkaran in, da ku bikarin di bin siya wan rêxistinan de berevaniyê ji mafên xwe ên binpêkirî bikin. Herçend ku eva vedigere ser kirîza azadiyên siyasî û medenî di hûndûr welat de ku di bin siya siyasetên dijî mirovî ên Komara Îslamî de hatine pêpeskirin. Lewma çalak û xebatkarên kirêkarî di Îranê de hertim digel girtin û îşkence û bigre îdamê jî berbirû ne.

Serbarê ev hemû asteng û arîşeyên ku li ser rêya jiyana kirêkaran di Îranê de heye, diyardeyên nigetîv ên civakî weke leşfiroşî, bengdarî, bêparbûn ji xwendinê, bêhîvî bûn ji jiyan û pêşerojê, givaşa ser qata kirêkar zêdetir dike.
Hêla hejariyê di sala 1391¬¬¬an de, 1 Milyon û 400 Hezar Tûmen û hêla hejariya bi xurt jî 700 Hezar tûmen ji aliyê karbidestên Komara Îslamî ve hatiye diyarî kirin. Herweha destheqê kirêkaran jî di sala 1391an de, 390 hezar Tûmen hatiye diyarî kirin. Lewma ev jî weke belgeyek bihêz diselimîne ku kirêkar di Îranê de, li nêzîk hêla mirinê jiyana xwe derbas dikin.

Di heyamê pitir ji 30 sal temenê Komara Îslamî de, em dibînin ku roj bi roj jiyana xelkê Îranê bigiştî û kirêkar bi taybetî, serbarê wê ku Îran 5mîn welatê dewlemend û xwedî petrol û çavkaniyên xwezayî ên bin erdê di cîhanê de ye xiraptir dibe, ew jî wedigere ser vê yekê ku beşek ji dahata petrola Îranê ji rêya çêkirina çekên navikî û herweha piştewanî kirin ji rêxistinên Hizbula li Lubnanê, girûpên Şîe li Îraqê, Hemas li Felestînê û karûbarên terorîstî di cîhanê de tê mezaxtin.