Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja cîhanî ya nehêlana hejariyê

15:25 - 26 Çirriya pêşîn 2013

Hîwa Mîrzayî

Jiyana xweş û bidestxistina xwarinên baş û şiyana kirînê, yek ji mafên herî despêkî ên her mirovakî ye di civakê de, lê mixabin niha parek berçav ji akinciyên cîhanê bi sedema hejariyê dinalînin û dahata rojane ya wan pişka dabînkirina xwarinek baş nake.
Herçend di dehsalên derbazbûyî de bona jinavbirina hejariyê hewlên berçav hatine dayîn, lê li gorî gotinên “Cîm Yong Kîm” berpirsê banka cîhanî, nêzîk bi 1 milyard û 300 milyon kes ku 400 milyon ji wan zarok in, di bin ewqasê hejariyê de dijîn û nêzîk bi 7 milyon zarok jî ku temenê wan di bin 5 saliyê de ne, salane canê xwe ji dest didin.

Zêdebûna hejariyê di civakê de vedigere ser siyasetên nebaş û ne zanistî ên deshilatdarên bi ser civakê de û, welatê Îranê jî ku yek ji wan welatan e ku di warê jêrxana aborî de, welatek dewlemend e û bi sedema hilkevta coxrafî û rewşa seqayê ve, dikare bibe welatekî torîstî û geştiyarî û eva jî dikare bibe sedema dahatek zaf bo xelkê wê, lê siyasetên ne zanistî û nebûna programên serdemiyane ên aborî û herweha dizîn û bi talanbirina dahata petrola Îranê ji aliyê deshilatdaran ve û, alîkariyên berçav ên Komara Îslamî ji hêzên binajoxwaz û terorîst re û, herweha hewldan bona bidestxistina çekên etomî û dijatî tevî cîhanê, bi taybet welatên rojavayî û li serveyî hemûyan welatê Amerîkayê bûye sedema vê ku, hisarên aborî bi ser Îranê de bên sepandin û hêla hejariyê bi awayekî berçav bilind be.

Li gorî nawenda amara Îranê, rojane 48 milyon kes di Îranê de mûçeyek kêmtir ji 4 hezar û 300 Tûmenî werdigirin û herweha nêzîk bi 10 milyon Îranî jî di bin ewqasê hêla hejariyê de ne, û nêzîk bi 30 milyon kes jî bi destê hejariyê ve dinalin.

Eva di demekê de ye ku li gorî çavkaniyên olî, gerek dahata welat bê ferq û cudahî di navbera takên civakê de bê parvekirin, lê weke em dibînin dahata Îranê ji aliyê bandên mafiyayî ên weke Sipaha Pasdaran û karbidestên payebilind ên rejîmê ve tê birin û para xelkê Îranê jî ji vê dahatê, tenê hejarî û bêçareyî ye.