Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja pêşmergê Kurdistanê li Koyê bilind hat nirxandin

17:34 - 17 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Rû û resma 26\'ê Sermawezê roja pêşmergê Kurdistanê li bargeha Deftera Siyasî a PDKÎ li Koyê, bi beşdariya sekreterê Giştî yê PDKÎ, birêve çû.


Li gor rapora peyamnêrê Kurdistanmedia, roja Sêşemî 17\'ê Çileya pêşîn a 2013\'ê, bi beşdariya endamên rêberî, mêvan, kadir û pêşmergên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, rê û resma roja pêşmergê Kurdistanê, birêve çû.
Ew rê û resm di destpêkê de bi xwendina sirûda neteweyî aEy Reqîb û ragirtina deqeyekê bêdengî bona rêzgirtina ji şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê despêkir.
Piştre Rostem Cehangîrî endamê Deftera Siyasî û berpirsê Komsyona Siyasî û Nizamî a PDKÎ bi vê bonê peyama xwe pêşkeş kir.
Her dûrde sirûdek bi navê Girtîgeh ji aliyê hunermend Lalo Rencder û bi alîkariya korsa mûzîk a PDKÎ ve hat pêşkeş kirin.
Herweha dana xelata rêzgirtinê, ji aliyê Mistefa Hicrî sekreterê Giştî yê PDKÎ ve, bi wan pêşmergên ku 20 sal e di nav refên PDKÎ de ne.
Mihemed Xosrewzad, Mihemed Sahibî, Riza Fêyîzî, Rehîm Hîmetî, Mehmûd Resûlî, Zahid Xelîlîzade, Hemze Pûşab û Sidîq Berzger, navên ew kesên ku 20 sal e di nav refa PDKÎ de ne û xelata rêzgirtinê wergirtin.
Peyama Yeketiyên Jinan, Xwendekaran û Ciwanên Dekomra ên Kurdistana Îranê ji aliyê Fûad Xakîbêyîgî ve hat pêşkeş kirin.
Kurdistan Zendî kiçekî temen 5 salî ku di roja 17\'ê Çileya Pêşîn roja pêşmerê Kurdistanê ji dayîk bûye ji aliyê Fireydûn Ezîmî nûnerê heyeta rêveberê merasiman ve hat xelat kirin.
Piştire çend sirûdek şoreşgerî û neteweyî ji aliyê hunermend Lalo Rencder û bi alîkariya korsa mûzîk a PDKÎ ve hatin pêşkeş kirin.
Ew rê û resm bi coşek bê mînak a beşdaran û bi şahî û govenda bi xeml û rewş a Kurdî bidawî bû.