Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja pêşmergên Kurdistanê li Rojhilatê Kanadayê bilind hate nirxandin

20:20 - 16 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistamedia: Cejna 26’ê Sermawezê roja pêşmergên Kurdistanê li Rojhilatê Kanadayê bilind hate ragirtin.

Ligorî nûçeya gehiştî destê Kurdistanmedia yê, roja Şemî berwarê 21’ê Sermawez a sala 1394’an a Rojî, ji aliyê komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li Rojhilatê Kanadayê, rêûresmek bona rêzgirtin ji 26’ê Sermawezê roja pêşmergên Kurdistanê, li bajarê “Sêt Katrîn” birêve çû.

Rêûresmê di despêkê de bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û çend deqe bêdengî bona rêzgiertin ji canê paqij yên şehîdên Kurdistanê dest bi karê xwe kir û piştre, Rehîm Bêhrûz berpirsê komîteya Hizbê li Rojhilatê Kanadayê peyamek bi vê hincetê ve pêşkêşî beşdaran kir.

Di pareke di a rêûresmê de bajêrvanê bajarê “Sêt Katrîn”ê yê bi navê “Waltêr Sêndzîk” pile û pêgeha pêşmerge bilind nirxan û pîrozbahiya vê rojê ji pişikdarên rêûresmê kir.

Piştre rêûresmê bi govend û dîlanê dawî bi karê xwe anî.

12914.jpg