Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojava û Derfeteke dîrokî

14:15 - 10 Kanûna pêşîn 2013

Şehab Xalidî

Bê guman derfetên dîrokî, derfetên zêrîn in, û dîrok gellek kêm caran derfeteke wisa dide mirovahiyê ku bikare armanacên xwe yên ku bi salan çavnihêrî kiriye, û xwîn di pêxema wan armancan de rijandiye bi dest bixîne.
Belê îro em di Kurdistana Rojava de şahidê hebûna derfeteke bi vî rengî ne, ku li derdora vê para rengîn ya xaka Kurdistanê, gurên har û birçî, wate neyarên doza Kurdan, pîlanên qirêj û biyom li dijî Kurdan dadirêjin. Gelo ma li hemberî wan hemû pîlanan de, ne hewce ye ku Kurd bi dûr ji berjewendiyên takekesî û hizbî, di nava hewildanan de bin ku xewnên bi salan yên dê û bavên şehîdan, bi dest bixin.
Mixabin ji hemû neyaran zêdetir, eva Kurd bixwe ne ku dijminê wan hez û hêviyên xwe yên bi salan in. Ew in ku bona berjewendiyên xwe yên hizbî û takekesî hawara xwe dibne ber wan aliyan ku hez ji tebahî û avedaniya navmala Kurd nakin.
Lewra asayî ye ku hekî hêz yan rêkxiraw û partiyeke Kurd li ser bingeha berjewendiyên xwe ên demikî hikûmeteke Kurdî bi tenê ava bike, û beşeke berçav ya civaka Kurdî di vê para Kurdistanê de pişt guhên xwe ve havêje, zehmet e ku bikare azadî û xwebirêveberiyeke qahîm û berdewam di nav vê herêma aloz ya Rojhelata Navîn de pêk bîne.
Lewra daxwaza her Kurdekî welatperwer ew e ku bi yekîtiya xwe û serûberkirina navmala xwe, li ser bingeha berjewendiya neteweyî deshilateke wisa bi hêz ava bikin, ku neyarên Kurdan jî neçar bin ku riya dostayetiyê bi wan re bigirne pêş. Herçend “Rê dibne bihust, lê dijmin nabne dost”, lê bihêzbûna Kurdan dikare rojekê neyaran neçar bike ku bi Kurdan re bibne dost, ji ber ku berjewendiya wan jî renge rojekê di dostatiya bi Kurdan re hebe.